Pirtûka Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan ya bi navê “Anatomiya Şerekî” bo zimanê Yewnanî hate wergerandin. Nasandina pirtûkê roja 28’ê mijdarê li Amfîsa Muzeya Şer pêk hat. Lê piştî ku Tirkiyeyê bihîst ku pirtûka Karayilan hatiye wergerandin û dê were nasandin, di asta Serbalyozan de li Enqere û Atenayê zextê li Yewnanîstanê kir ku rê nede nasandina pirtûkê.
Endamê berê yê Servîsa Nepenî ya Yewnanîstanê (EYP) Savvas Kalenderîdîs ê ku di dema komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat de, li Yewnanîstan û Kenyayê bi Ocalan re rêwîtî kiribû, pirtûka Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan a bi navê “Anatomiya Şerekî” wergerand Yewnanî.
Nasandina pirtûkê li Muzexaneya Şer a girêdayî Wezareta Parastinê ya Yewnan pêk hat. Nasandina vê pirtûkê rê li ber krîzek dîplomatîk a di navbera Tirkiye û Yewnanîstanê de vekir. Li gel hemû hewldanên rayedarên Tirk, nasandina pirtûkê bê kelem û astengî pêk hat.
Krîza “pirtûkê” ya di navbera her du welatan de rojek beriya nasandinê ango 27’ê mijdarê dest pê kir.
Li hemberî zext û nerazîbûnên rayedarên Tirk rayedarênYewnan ji bo vê rewşê hinek bi ser hev ve bînin daxuyaniyek bi awayê “bêtalihiyek çêbûye”. Wezîrê Derve yê Tirk Ahmet Davûoglû derbarê mijarê de Wezîrê Derve yê Yewnan Dîmîtrîs Avrmapolus hişyar kir û nerazîbûnên xwe nîşan da. Hukûmeta Yewnan jî ji bo dilê Tirkiyeyê rehet bike, ragihand ku ew ê lêpirsînekê bidin destpêkirin. Piştî du rojan hate ragihandin ku lêpirsîn bi dawî bûye û 4 general ji peywirê hatine girtin. Wezareta Parastinê ya Yewnan daxuyaniyekê da û got: “Bi biryara Wezîrê Parastinê Panos Panayiotopoulos, cihê peywirê yê Serokê Lijneya Rêveberiya Muzeya Şer Panayotis Lazos û 3 generalên din ên berpirsên mûzeyê hatine girtin.”
KALENDERÎDÎS: AWIRÊN RAYA GIŞTÎ YA YEWNAN DÎSA VEGERIYA SER PIRSGIRÊKA KURD
Partiya sereke ya muxalefetê Syriza helwesta hukûmetê ya li hemberî vê krîzê rexne kir. Syriza vê helwesta hukûmetê weke “derbeyek mezin li hemberî demokrasiyê” bi nav kir û got: “Lê mixabin li eniya ku em jêre dibêjin Ewropa jî, mijarên bi vî rengî azadiya ramanê, huqûq ên ku weke bingehên demokrasiyê tên zanîn jî têne piştguhkirin.”
Kalenderîdîs jî ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku pirtûka Karayilan careke din awirên rayagiştî ya Yewnanîstanê zivirand ser pirsgirêka Kurd. Kalenderîdîs diyar kir ku pirtûka Karayilan li rastî eleqeyeke mezin hat û got: “Pirsgirêka Kurd piştî revandina Ocalan yekem car ewqas bi bawayeke berfireh hate rojeva Yewnanîstanê.”