Wekîlê girtî Aktaş mirinên li ser sînor ji Wezîr Şahîn pirsîn

Wekîlê girtî Aktaş mirinên li ser sînor ji Wezîr Şahîn pirsîn

Wekîlê BDP'ê yê girtî Kemal Aktaş mirinên li ser sînorê Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê pêk tên ji Wezîrê Karê Navxweyî Îdrîs Naîm Şahîn pirsî û mijar bir Meclîsê.

Wekîlê BDP'ê yê Wanê yê girtî Kemal Aktaş bi riya Wekîla Seroka Koma BDP'ê Pervîn Buldan mirinên li ser sînor pêk tên ji Wezîrê Karê Navxweyî Îdrîs Naîm Şahîn pirsîn. Aktaş diyar kir ku, bûyera di 30'ê tîrmeha 1943'yan de li navçeya Qelqeliyê ya Wanê ku 33 welatiyên Kurd bi fermana Fermandarê Artêşê Orgeneral Mustafa Muglali hatin qetilkirin hêj di wijdana gelê Kurd de zindeye û wiha got: "Di 28'ê kanuna 2011'an de jî li gundê Roboskiyê yê navçeya Qilebanê ya Şirnexê 34 welatiyên Kurd ên ji bo debara xwe bikin ji Îraqê cigare û mazot anîn ji aliyê balefirên şer ên Tirk ve hatin bombebarankirin û hatin qetilkirin."

Aktaş da zanîn ku, ji ber di her du bûyeran de welatiyên hatin qetilkirin hejmara wan zêdebûn di çapemeniyê de cihekî berfireh girtin û wiha bilêv kir: "Lê ji bilî van bûyerên bi komî hem li ser sînorê Tirkiyeyê û hem jî li ser sînorên welatên cîranên Tirkiyeyê bi sedan welatî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin qetilkirin, bi sedan kes birîndarbûn û seqetman. Li gel êşa welatiyên me têkildarî windayan de tu lêkolînê û lêpirsîn nehatin kirin û kiryar nehatin darizandin. Vê yekê êşa welatiyan bêtir zêde kir. Li gorî agahiyên xizmên kesên jiyana xwe ji dest dayîn sedemam mirina di otopsiyan de nehate diyarkirin. Îdîaya hinek mirin derbasî qeydan nehatin kirin.

Aktaş destnîşan kir ku, Tirkiye bi 7 welatan re sînorê wê hene û wiha got: "Li ser van sînoran welatî bi bazirganiya sînor debara xwe dikin. Lê mirinên li ser sînoran ên li cihên welatiyên Kurd lê dijin pêk tên li sînorên din pêk nayên. Ev yekê tê wetaya welatiyên kurd weke sûcdar tên dîtin."

Aktaş ji bo Wezîrên Karê Navxweyî Şahîn bibersivîne ev pirs pirsîn:

"Ji sala 1943'yan heta sala 2012'yan li ser sînorên ji ber qecextiyê û binpêrkirina sînor çend welatiyên komara Tirkiyeyê hatin kuştin? Di navbera heman dîrokan de çend welatî birîndarbûne? Welatiyên birîndarbûn kî ne?

Hejmara welatiyên ji aliyê hêzên ewlehiyê yên welatiyên cîran û hêzên Komara Tirkiyeyê ve hatin kuştin û birîndarkirin çiqasin?

Hêzên ewlehiyê yên li ser sînor peywirdariyê dikin li gorî zagona di rêveberiyê de bikartînîn an zagonekî din heye?

Otopsiya çend kesên jiyana xwe ji dest da hatin kirin û hatin definkirin? Di encama otopsiyan de gihiştin kîjan delîlan?

Têkildarî welatiyên ji aliyê hêzên dewletên cîran ve hatin qetilkirin tu xebatên dîplomatîk hatin kirin? Tu kar hatin kirin?

Di bûyerên hêzên ewlehiyê yên Tirk de di çend bûyeran de îhmala hêzên ewlehî heye û di cih de çeke bikaranîne?

Di çend bûyeran de lêpirsîn hatin vekirin? Çend hêzên ewlehiyê ceza girtin?

Ji çend malbatên kesên jiyana xwe ji dest dan re tazmînat hate dayîn?

Mirinên li ser sînor li gorî bajaran belavbûna wan çawa ye?

Ji bo welatiyên me yê li ser sînor dijîn li hemberî tu bûyerên din ên wisa neyên hikûmeta we xebatekî çawa dike û an xebata wê heye?"