Derket holê ku rêvebireya Washingtonê ji bo çaresiya aloziya di navbera Kurd û Ereban de bi awayekî aktîf di dewrê de ye. Washingtonê îro bi awayekî fermî ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Bexdayê daxwaz kir ku daw3i lê anîna pirsgirêkan kir.
Cigirê Wezîra Derveya Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê (DYA) Tomas Naydz di daxûyaniya xwe îro de ragihand ku ew ji bo çareseriyê di dewrê de ne. Li gorî agahiyên dîplomatê Emerîkî rêvebireya Washingtonê di asta bilin de hîm bi serokkomarê Iraqê Celal Talabanî, hîm jî bi Sêrokê Hêrama Kurdistanê Barzanî û serokwezirê Iraqê Malikî re di nava hevdîtinan de ye.
Naydz destnîşan kir ku wan ji berpirsyarên Iraqî xwestiye ku ji bo çaresiyeriyê divê ew hejmara hêzên xwe yên li navçeyên herêma Kurdistanê kêm bikin. Lê belê wisa xuyaye Amerîka di vê aloziyê de dixwaze bêalî bimîne.
Barzanî pêr çû Kerkukê bi walî û endamên meclisa bajêr re hevdîtin pêk anî. Berzanî îro jî daxûyanî da û got, Kerkûk bajarekî Kurdistanî ye, rojê 2 mîlyon û 600 hezar warîl petrol tê hilberîn, lewma ewê destûr nedin, ku hikûmeta Malîkî bi tena serê xwe herêmê kontrol bike. Barzanî anî ziman ku eger pêwist be ewê ji bo Kerkûkê şer bikin.
Herwiha parlementerê lîsteya Malîkî Hesen Husenî jî doh îddîa kir ku Kurd Ereban ji Kerkukê derdixînin. Lê belê Waliyê Kerkukê Necmeddîn Kerîm van îddîayan red kir. Desteya asayişê ya bajêr jî daxûyaniya parlementer Husenî weke gotinên ji rastiyê dûr binav kir.