Vîrûsa Korona li Iraqê belav dibe: Li Bexdayê kesek ji ber vîrûsê mir
Vîrûsa Korona li Iraqê belav dibe. Li Bexdayê jinek ji ber vîrûsê mir. Hejmara mirovên li Iraqê bi vîrûsê ketine gihîşt 35 kesî.
Vîrûsa Korona li Iraqê belav dibe. Li Bexdayê jinek ji ber vîrûsê mir. Hejmara mirovên li Iraqê bi vîrûsê ketine gihîşt 35 kesî.
Vîrûsa Korona ku li Çînê der bû, li gelek welatan belav bû. Li herêmê piştî Îranê li Iraqê jî belav dibe.
LI BEXDAYÊ JINEKÊ JIYANA XWE JI DEST DA
Berdevkê Wezareta Hawirdor û Tenduristiyê ya Iraqê Seyf el Bedir anî ziman ku li Iraqê yekem kesa ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest da, jineke li Bexdayê bû.
Hate ragihandin ku li bajarên Diyala û Necefê li 3 kesên din vîrûs hatiye dîtin û hejmara mirovên li Iraqê bi vîrûsê ketine gihîşt 35 kesî.
Li Başûrê Kurdistanê jî doh meleyê Mizgefta Mehwî ya Silêmaniyeyê Mele Reşîd ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dabû.