Komxebata 'Rêya ber bi aştiyê ve: Bîr û Edalet' di roja duyemîn de ye

Komxebata 'Rêya ber bi aştiyê ve: Bîr û Edalet' di roja duyemîn de ye, ku ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ve ji bo aştiyeke mayinde ya meseleya Kurd tê lidarxistn.

RÊYA BER BI AŞTIYÊ VE

Komxebata 'Rêya ber bi aştiyê ve: Bîr û Edalet' di roja duyemîn de li navçeya Yenîşehîr Amedê dewam dike, ku ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ve ji bo aştiyeke mayinde ya meseleya Kurd tê lidarxistn. Di roja duyemîn de nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl li hev km bûn. Di komxebatê de ji bo civakîbûna aştiyê rê û rêbaz têne nîqaşkirin.

Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn anî ziman ku weke parêzvanên mafên mirovan di her zemînê de ew ê aştiyê biparêzin û got, "Ji bo em biaxivin bê dikarin çi bikin, em li vir in. Ji dema avabûnê û vir ve me timî aştî û bêçekbûn parast. Dibe yekane rêxistin em bin, ku her tiştên têkildarî şer ji nêz ve dişopîne. Me her tim daxwaza aştiyê kir. Îro careke din di zimanê dewletê de qala aştiyê tê kirin. Çi dibe bila bibe, dema ku me aştî bihîst, me dest bi mezinkirina têkoşîna xwe kir. Lewma axaftina li ser aştiyê gelekî girîng e. Me xwest li ser vî şerî, li ser hêmanên vî şerî biaxivin. Dewlet di astekê de xwedî li aliyekî vî şerî derbikeve jî aliyekî din ji nedîtî ve tê."

Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Huseyîn Kuçukbalaban jî anî ziman ku doh wan bi malbatan re hevdîtineke girîng kirin, hewl dan xwe bigihînin gelek derdoran, lê belê di vê mijarê de nekarîn encama dixwazin bi dest bixin. Kuçukbalaban di vê pêvajoyê de işaret bi girîngiya civaka sivîl kir û got, weke civaka sivîl ew ê nexşeya rê nîqaş bikin.

Civînê li çapemeniyê girtî dewam kir.