Di doza ku 205 siyasetmedarên Kurd di hatin darazandin îro li Stenbolê pêktê di derbarê mijarê de parlamentera Stenbolê Sebahat Tuncel axivî. Tuncel li ser gotina ku Hevserokê Giştiyê Koma BDP'ê Selahaddîn Demîrtaş ku dibêje: " Operasyonên KCK'ê li ser maseyê ji aliyê MÎT û nûnerên dewletê ve hatiye amadekirin" û " Ev doza ku îro tê dîtin dide diyarkirin ku dadgehê çawa operasyonkirine."
Di sala derbazbûyî de dibin navê operasyonên KCK'ê de ku 205 siyasetmedarên Kurd hatin binçavkirin û ji wan 122 hatin girtin îro li 15'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbolê bi xwendina îdianameyan berdewam dike. Di dozê de nûnerên BDP'ê, parlamentera Stenbolê Sebahat Tuncel û malbatên kesên tên darizandin amadebûn. Piştî navbera nîvro li salona dozê parlamentera Stenbolê Sabahat Tuncel daxuyanî da.
Tuncel diyar kir ku, me hertim aniya ziman ku doza KCK'ê dozeke siyasiye û di helwesta dadgehê de ev nêzîkatî derketiye holê. Dema ku mirov li îdianameyên ku hatine amadekirin dinêre tê dîtin ku siyaseta BDP'ê tê darizandin û wiha got: " Rêhevalên me yên ku me bi hev re xebat di meşandin li vir tên darizandin. Bi hezaran hevalên me hatin girtin û hêjan dibin navê operasyonên KCK'ê de tên girtin. Dema ku îro li vir doz pêk dihat li gelek navçeyên Stenbolê jî operasyonên serdagirtinê pêk hatin. AKP dixwaze bivê yekê gelê Kurd ji siyasetê dûr bike." Tuncel destnîşan kir ku polîtîkayên ku li Enqereyê tên meşandin ku kurdan tune di hesibîne divê dest ji vê yekê bê berdan.
Tuncel destnîşan kir ku, AKP projeyên xwe yên şer kiriye dewrê, lê belê pirsgirêka Kurd bi polîtîkayên şer nayê çareserkirin. Di rûniştina yekemîn ya dozê de parêzer xwestin ku Hevserokê Giştiyê Koma BDP'ê Selahattîn Demîrtaş wekî şahîd were guhdarkirin. Tuncel balkişand ser gotina Demîrtaş ya ku dibêje " operasyonên KCK'ê li ser maseyê ji aliyê MÎT û dewletê ve hatiye amade kirin."
Tuncel diyar kir ku, girtekên vê yekê di destê me de hene û dadgehê ev girtekan xwestine. Tuncel da zanîn ku, her tim operasyonên KCK'ê bi plankirî û siyasî têne meşandin. Di derheqê girtekên di destê Demîrtaş de ku li ser girtekên civînê ku radestê serdozgerê komarê bike tune ye, me li ser belgeyan heya niha tu niqaş ne meşandiye. Tuncel diyar kir ku, di doza îro de ji helwesta dadgehê jî tê fêmkirin ku operasyon çawa têne kirin.