Siyaseta dewleta Elman a ji bo krîmînalîzekirina sembolên Kurdan dewam dike. Bi taybetî zîhniyeta qedexekar a polîsên eyaleta Bayernê balê dikişîne.
Polîsên Bayernê herî dawî avêtin ser malên Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Munchenê Azad Bîngol û Hzrwan Abdal. Ji bo sedema serdegirtinê jî polîsan îdîa kirin ku her du aktîvîstan di xwepêşandaneke ji bo piştevaniya Efrînê de ala YPG'ê û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirine.
POLÎSAN DEST DANÎN SER HER TIŞTÊN LI MALA AKTÎVÎSTAN
Azad Bîngol li ser serdegirtinê ji servîsa Elmanî ya ANF'ê re axivî. Bîngol helwesta polîsan şermezar kir û ji dewleta Elman xwest ku dest ji siyaseta krîmînalîzekirina Kurdan berde. Bîngol diyar kir ku polîsan dest danîne ser hemû navgînên weşanê û posterên li mala wan û got, "Polîsan di dema serdegirtinê de dest danîn ser wêneyên şervanên YPG/YPJ'ê yên di şerê dijî DAÎŞ'ê de şehîd bûn û wêneyên şoreşgerên Kurd ên li Parîsê hatin kuştin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez. Her wiha dest danîn ser hejmarên berê yên rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê ku li her devera Elmanyayê her kes dikare bi hêsanî bikire. Tîşortên bi nivîsa 'Azadî ji Ocalan re' û tabloya Yilmaz Guney a bi destan hatiye xêzkirin desteser kirin. Ev yek jî nîşan dide ku nikarin xwe li ti sembolên Kurdan rabigirin."
Aktîvîstê Kurd Azad Bîngol da xuyakirin ku beriya niha gelek caran ketiye ber lêpirsînên polîsên ELman û got, "Zext nikarin bi Kurdan. Ev siyaseta dewleta Elman a li dijî Kurdan tê wateya desteka ji bo şerê dewleta Tirk."