Şervanê YPG’ê Recep Emin hate definkirin

Şervanê YPG’ê Recep Emin hate definkirin

Cenazeyê şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Kamuran Recep Emin (Tevger Kanîwar) ku ji ber nexweşiya gulçikan jiyana xwe ji dest dabû, li Rojavayê Kurdistanê, li bajarê Dirbêsiyê, ji aliyê hezaran kesan ve hate definkirin.

Cenazeyê Şervanê YPG’ê Kamuran Recep Emîn ku duh li nexweşxaneya li Hesekê jiyana xwe ji dest dabû, di saetên nîvro de ji Tiltemir anîn Dirbêsiyê. Ji bo pêşwazîkirina cenaze bi hezaran welatiyên ji Tiltemir, Dirbêsiyê û Hesekê hatibûn li ber Navenda Çandê ya Dirbêsiyê kom bûn û wêneyên Kamuran Recep Emîn, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên TEV-DEM’ê vekirin. Her wiha girseya gel bi sloganan dilsoziya xwe bi YPG’ê anîn ziman.

Piştî cenaze anîn Dirbêsiyê, ji aliyê hezaran kesan ve ber bi Goristana Şehîd gundê Berkevirê ve derxistin rê. Ji bo cenaze li gundê Berkevirê merasîmekî girseyî hate lidarxistin.

Di merasima ku bi rêzgirtinê destpê kir de, li ser navê malbata Recep Emîn, Îdrîs Hemdî axivî û wiha got: “Kamiran kurê her kesî ye, şehîdê hemû Kurdan e. Dest ji xak û gelê xwe berneda, ji bo parastina gelê xwe jiyana xwe feda kir. Ev jî ji bo me şerefeke mezin e.”

Serokê Meclîsa Tiltemir Evdilkerim Ebid, jî di axaftina xwe de têkoşîna YPG’ê silav kir. Endamê TEV-DEM’ê Hozan Elî jî, destnîşan kir ku mezinahiya şehîdan ji fedekariya wan a ji bo azadiya gelê kurd tê û wiha dom kir: “Em ê heta azadiyê li ser şopa şehîdan bimeşin.”

Piştî axaftinan cenazeyê Emîn bi tilîliyan hate definkirin.