Tevî hemû astengî û zextan jî Newroz hate pîrozkirin

Pîrozbahiyên Newrozê tevî hemû astengî û zextan hê jî didome.

Tevî beriya Newrozê rêveberên HDP’ê yên bajar û navçeyan jî di nav de 112 kes hatibû destgîrkirin jî, pîrozbahî li 27 navendên cuda dewam dike. Li Amed û Wanê bi sed hezaran û li bajarên din jî bi deh hezaran kes hatin ba hev; bi giştî bi milyonan qadên Newrozê tije kirin.

Li hemû qadên Newrozê daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girava Îmraliyê tê ragirtin û desteka ji bo Leyla Guven li pêş bûn. Her wiha hate gotin ku wê 31’ê Adarê bersivek xurt bidin îtifaqa AKP/MHP’ê.

Tenê li Amedê ji 340 saziyên cihê yên çapmeniyê yên ji welatên cuda serlêdan kiribû. Li gel vê ji derveyî welat jî nûnerên partiyên siyasî û sendîkayan jî gelek mêhvan tevlî pîrozbahiyê bibûn.

Pîrozbahiyên Newrozê wê 22’yê Adarê li Colemêrg, 23’ê Adarê li Xarpêt, Osmaniye, Tekirdag, 24’ê Adarê li Enqere, Datça, Eskîşehîr, Kocaelî, Meletî, Aydin, Soke û Stenbolê bê kirin. Pîrozbahiya dawî ya Newrozê jî wê 24’ê Adarê roja Yekşemê li Stenbolê saet 12:00’an bê kirin.