Di encamnameya civîna TEV-DEM’ê hate destnîşankirin ku divê koalîsyona hêzên muxalefeta Sûriyeyê ya ku hatiye avakirin, Desteya Bilind a Kurd wekî nûnera gelê kurd qebûl bike. Di encamnayê de hate diyarkirin ku êrîşên komên çete berdewama hewldanên şikandina îradeya gelê kurd e û bang li hemû kurdan hate kirin ku bêyû cudabûna ramanên siyasî bibin yek. Di belavokê de li ser rewşa aborî û ewlekariya herêmê jî hate rawestîn û girîngiya tedbîran hate destnîşankirin.
Desteya Birêvebir a Civaka Demokratîk (TEV-DEM) encamnameya civîna xwe ya asayî ku di 4’ê Kanûnê de li bajarê Amudê li beşadariya endamên Serokatiya Dîwana Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê li dar xistibû, ji raya giştî re aşkera kir. Di encamnameyê de hate diyarkirin ku di civînê de li ser pêşketinên dawî yên cîhan, Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê hatiye rawestin û plansaziya dema pêş hatiye derxistin.
Di encamnameyê hate destnîşankirin ku li ser bûyerên dawî yên ku welat xistiye nava şerekî navxweyî û binesaziya welat têk biriye hatiye rawestîn û berpirsyariya vê yekê wekî siyaseta şîdetê ku bê cudabûn sivîlan dikuje ya rejîmê ye. Hate gotin ku tirs heye ger ku mudaxeleya ji derve bê kirin û bi taybetî mudaxeleya dewleta Tirk, her wiha belavbûna komên îslama radîkal dê şoreşa Sûriyeyê ji xeta xwe derxîne. Lewre jî pêwîstî heye ku ji bikaranîna şîdetê bê durketin û ji bo hilweşandina rejîmê rengê aştîxwaz ê şoreşê bê bikaranîn.
‘BILA MUXALEFET DESTEYA BILIND WEKÎ NUNERA KURD QEBÛ BIKE’
Di encamnameyê de hate diyarkirin ku civîna muxalefeta Sûriyeyê ya li Qeterê û di encama wê de jî avakirina koalîsyona ji hêzên muxalîf bi erênî hatiye nirxandin. Her wiha ji bo yekîtiya hêzên muxalefetê wekî pêngavek girîng hatiye dîtin, lê helwesta muxalefetê ya li dijî pirsgirêka kurd hate rexnekirin û bang hate kirin ku mafên gelê kurd bi temamî di nava Suriyeyek hevgirtî û pirengî, demokratîk, parlameterî û pirnetewî de bêne qebûlkirin. Her wiha bang hate kirin ku di nava koalîsyonê de nunertiya gelê kurd wekî Desteya Bilind a Kurd bê qebûlkirin.
Di encamnameyê de li ser civîna ku Desteya Bilind a Kurd li Başûrê Kurdistanê bi rêveberiyên herêmê re lidar xistine jî, ji bo berdewama avakirina yekîtiya kurdan û jiholê rakirina astengiyên li pêşiya wê bi erênî hatin nirxandin. Her wiha girêdayîna bi van biryaran ve hate destnîşankirin û hate gotin ku ji bo pêkanîna wan dê ked bê dayîn.
‘ÊRÎŞ BERDEWAMA HEWLDANÊN ŞKANDINA VÎNA GEL E’
Derbasbuna komên çekdar a Serêkaniyê ya bi alîkariya Tirkiyeyê jî di encamnameyê de hate nirxandin û ev tişt hatin destnîşankirin: “Rêbaz û pêkanînên van koman ên ku didizin û talan dikin, her wiha êrîşa wan a li dijî noqteyên kontrolê, qetilkirina Serokê Meclîsa Gel a Serêkaniyê Abid Xelîl û hevalên wî, berdewama êrîşên Heleb, Efrînê û gundê Qestel Cendo ye. Ev êrîş hewldanên têkbirina îradeya azad û destkeftiyên kurdan, berdewama siyaseta şovenî ya Baasê ya li ser herêmên kurd e.” Di belavokê de bang li komên çete yên li derdora Serêkaniyê mane hate kirin ku ji wan deran jî derkevin û bajar ji şêniyên wê re bihêlin.
‘BILA HEMÛ KURD BIBIN YEK’
Di encamnameyê de berxwedana gelê kurd û YPG’ê ya li Serêkaniyê jî hate silavkirin û piştgiriya ji bo YPG’ê hate destnîşankirin û çareseriya pirsgirêkên bajêr jî wekî avakirina meclîsek ji hemû netewan pêk tê hate diyarkirin. Her wiha bang li gelê kurd hate kirin ku bi hemû cudabûnên xwe yên siyasî re bi Serêkaniyê re bibin yek da ku karibin van komên êdî li ser nasnameya Serêkaniyê ya Kurdistanî bûne talûke, ji bajêr derxînin.
‘DIVÊ HER HÊZEK REWŞA SIYASÎ LI BER ÇAVAN BIGIRE’
Di encamnameyê de bal hat kişandin ku piştî salek û 9 mehan li Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê rewşek nû derketiye holê û wiha hat domandin: “Ew jî ew e ku serweriya muxalefetê li ser beşek welat ên wekî eyaletên sînoran pêk hatiye. Di heman demê de rejîm jî bi taybetî li ser navendên hinek bajaran hebûna xwe didomîne. Dîsa bajarên hêrêmên kurdan jî, ji aliyê gel ve ji rejîmê hatine girtin. Yanî 3 hêz derketine holê. (hêza rejîmê, muxalefeta çekdar û saziyên girêdayî TEV-DEM) Her hêzek siyasî ger ku bixwaze rewşa siyasî ya Sûriyeyê binirxîne, pêwîste vê realîteyê li ber çavan bigire.”
PIRSGIRÊKÊN ABORÎ
Di encamnameyê de li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê jî hate rawestîn û hate gotin ku ji bo pêşerojê tişta herî bi talûke rewşa aborî ye û li ser van xalan hate rawestîn: “Kêmbûna zexîre (gida), sotemenî, pirsgirêkên ceryan û avê, tunebûna xizmetên binesaziya bajaran ku di encama ambargoya li ser herêmên kurdan a ji aliyê rejîmê, komên çekdar ên girêdayî muxalefetê ve pêk tên, her wiha derketina çeteyên ku wekî rêgiran tevdigerin ev rewş girantir kiriye. Çareseriya van pirsgirêkan hêza xwe bi xwe ye. Ev jî riya birêxistinkirina xulukkar mumkun e. Her wiha ji bo ku astengiyên nahêlin alîkariya ji derveyî herêmê tên bigihîje cihê xwe, divê xebat bê meşandin. Di vê çarçoveyê de ji ber girtina sînorê Başûrê Kurdistanê û derxistina astengiyên li pêşiya bazirganiya sînor, rexne li rayedarên herêma Kurdistanê hate kirin.”
REWŞA EWLEKARÎ
Li ser rewşa ewlekariya herêma Kurdistanê jî di encamnameyê de ev tişt hatin gotin: “Hewldanên asayîşê yên bi dildarî ya ji bo parastina ewlekariya welatiyan û berdewama aramiyê, pir bi nirxe. Lê li hemberî hewldanên hêzên derve yên ji bo aramiya herêma kurdî ji holê rakin jî guman hene. Hewldanên van hêzan a bi riya kesên xwefiroş ji bo pêkanîna planên xwe û hedefgirtina rêveberên gel, gumanan zêde dike, êrîşa bombeyî ya li dijî Serokê Meclîsa Efrînê Etuf Ebdo mînaka vê yekê ye. Îlankirina hinek komên çete yên ji derve tên fînansekirin perçeyek ji plan û komployên li hemberî gel e. Ji bo ku pêşiya van hewldanan bê girtin li ser zêdekirina navendên asayîşê ya li bajar û gundan hate rawestîn.”
Di encamnameyê de hate diyarkirin ku herêm êdî ji aliyê rêveberiyên gel ve tê birêvebirin û êdî divê her kes zanibe ku ev rêveberî nûnera gel a serwer û alternatîf e. Divê hemû hêz û partiyên siyasî ji bo pêşvebirina van rêvebiriyan piştgiriyê bide, rewabûna wan qebûl bike.
Di encamnameyê de hate destnîşankirin ku ji bo pêşkêşkirina xizmetên wekî tenduristî, perwerde, jiyanî, çand û civakî yên ji bo hemû beşên civakê avakiran saziyên civakî yên sivîl ên di bin banê yekîtiyan, komele û saziyên civakî de li bajarên Rojavayê Kurdistanê hatine birêxistinkirin, bi keyfxweşî hatiye pêşwazîkirin. Hate goti nku ev jî wekî ruyekî şaristaniyê ji rêveberiya herêmên Rojavayê Kurdistanê ye û pêwîst e herêmên din ên welat vê wekî mînak ji xwe re bigirin.
Ferzkirina perwerdeya zimanê kurdî ya di dibistanên rejîmê de jî di encamnameyê de wekî encama keda bêhempa ya ciwanan û wekî serkeftinek gelê kurd a Rojavayê Kurdistanê hate nirxandin û wiha hate gotin: “Di vê çarçoveyê de xebata Saziya Zimanê Kurdî (SZK) b inirx hate dîtîn û bang hate kirin materyalên hemû dersan bi zimanê kurdî bêne amadekirin û kadroyên zimanê kurdî bêne zêdekirin. Her wiha ji bo dibistanên mane jî mamoste bêne gihandin, ji bo xwendekaran pirtukên bi kurdî bêne amadekirin.”
Di dawiya encamnameyê de hate diyarkirin ku di civînê de li ser mijarên siyasî, rêxistinî û xizmetên civakî biryarên girgîng hatin girtin.