Têkildarî qetlîamên SÎHA’yên Tirk konferansek bi onlîne tê kirin

Têkildarî SÎHA’yên dewleta Tirk a di demên dawî de li gelek herêmên Kurdistanê qetlîaman dikin, wê konferansek bê lidarxistin.Konferansa ku wê li ser înternetê weşaneke zindî bê kirin, pispor û hiqûqnas jî wê tevlî bibin.

Artêşa Tirk di demê dawî de bi Balafirên Keşfê yê Bêmirov ên Biçek (SÎHA) li Kurdistan û Lîbyayê êrîşan pêk tîne. 25’ê Hezîranê li Şarbajar a Silêmaniyê di êrîşa SÎHA’yên Tirk de 2 sivîl jiyana xwe ji dest dabûn û 8 kes jî birîndar bûbûn. 23’ê Hezîranê jî li gundê Helîncê yê Kobanê 3 jinên Kurd bi heman rêbazê hatibûn qetilkirin.

Di rojên dawî de li Başûrê Kurdistanê êrîşên SÎHA’yên Tirk ên li ser navendên sivîlan dewam dike di rojeva partiyên muxalîf ên Elmanyayê de ne. Herî dawî nûçeya ku bi sernavê ‘Teknolojiya Roketsan li Elmanyayê ye’ ku hefteya borî ANF’ê par ve kir, ragihandibû ku bi erêkirina hikûmeta Merkel Roketsan a ji bo artêşa Tirk fuze û roketan dihilberîne, ‘serikê harpê’ firotiyê.

Civaka Azad a li Elmanyayê xebatên raya giştî ya Kurd dike jî têkildarî qetlîamên SÎHA’yên Tirk wê konferansekê lidar bixe. Konferansa ku ji ber şewba Koronayê wê bi rêya onlîne bê kirin, rojnamevan û xebatkarên Meclîsa Federal ê li ser amûrên esmanî kar dike Matthîas Monroy, Nûnera Têkiliyên Jinên Kurd (REPAK) Meral Çîçek û pisporê hiqûqa navneteweyî Dr. Robert Fraû jî tevlî konferansê bibin.

Konferansa ku wê 11’ê Tebaxê saet 19:00’an destpê bike li ser navnîşana https://civaka-azad.org/live/ bi zindî bê kirin. Sazî û rojnamevanên ku bixwazin tevlî bibin jî bi vê navnîşanê [email protected] piştî ku serlêdan kir û şûnde pirsên xwe raberî beşdarvanan bikin.

Nûçeya têkildarî mijarê.

https://anfkurdi.com/rojane/teknolojiya-roketsane-ji-elmanyaye-ye-130918