Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Teknolojiya Roketsanê ji Elmanyayê ye

Diyar bû Elmanyayê ‘serikê harpê’ firotiye Roketsanê, ku Roketsan ji bo artêşa Tirk roket û moşekan hildiberîne. Teknolojiyeke dî jî ya ku hikûmeta Merkel pejirandiye ku bifiroşe dewleta Tirk di moşekên LRAT û MRAT’ê de hatin bikaranîn.

Derkete holê ku Elmanyayê ‘serikê harpê’ firotiye Roketsanê, ku Roketsan ji bo artêşa Tirk roket û moşekan hildiberîne. Teknolojiyeke dî jî ya ku hikûmeta Merkel pejirandiye ku bifiroşe dewleta Tirk di moşekên LRAT û MRAT’ê de hatine bikaraîn, ku ev di SÎHA’yan de têne bikaranîn.

Yek ji partiya muxalefetê ya Elmanyayê Partiya Keskan Hezîrana bihurî pirsnameyeke da Meclîsa Federal bê ka teknolojiya Elman heye ku di moşekên SÎHA’yan de têne bikaranîn an na. Di pirsnameyê de ku bi daxwaza Hikûmeta Federal a  bi serokwezîrtiya Angela Merkel bibersivîne hatibû dayin, pirsa wê hatibû kirin bê ka moşekên ku artêşa Tirk bi rengê ‘UMTAS’ an jî ‘Mizrak-U’ û ‘MAM-L’ bin av dike, hene yan na.

Her wiha hatibû destnîşankirin ku artêşa Tirk van demên dawî hiqûqa navnetewî binpê kiriye, xaka Sûriyê dagir kiriye, li aliye dî li Libyayê xwe di ber şer re kiriye, di van hemû geşedanan de dibe ku para peymana firotina moşekan hebe, ya ku di navbeyna rejîma Enqerê û Elmanyayê de hatiye danîn. Li ser navê hikûmeta Merkel Wezareta Aborî û Enerjiyê bersiv da pirsnameya Keskan.

 ‘SERIKÊN HARPAN’ JI ELMANYAYÊ

Bersiva di dest ANF’ê de bi xisletekî lixwemikurhatinê ye, ku di amûrên leşkerî de, yên ku rejîma Erdogan bi gotina, ‘’xwemalî’’ ye û van demên dawî li pê li Kurdistanê komkûjî hatine kirine, pareke girîng a teknolojiya Elman heye. Li gorî bersivê moşekên LRAT û MRAT ku Elmanya firotî Tirkiyê û bi renge OMTAS an jî Mizrak-O têne binavkirin,di ‘’serikê herbê’’ de hatin bikaranîn.

Wezareta Aborî û Enerjiyê ya Elman têkilî teknolojiyên LRAT û MRAT’ ku firotine Tirkiyê di bersivê de ya ku da meclîsê ev agahî hatin aşkerekirin:

-2014’an ji bo ku di serikê harp ya LRAT’ê de were bikaranîn, firotina 10 parçeyan hatiye pejirandin.

-Bi rengekî ku bi yasayan re lihevhatî, wan yasayên ku çeken şer kontrol dikin, ji 2010’an û vir ve bi tevahî 10 serikên harpê teslîmî Roketsanê hatine kirin.

-2010, 2011, 2012, 2018’an ji bo serika harpê ya LRAT’ê, 2013 û 2018’an jî ji bo ku di serika harpê ya MRAT’ê de (Pergala Moşekeyan a Tangşikên ên bi Menzîla Navîn) hatiye pejirandin ku teknolojî ji bo Tirkiyê were firotin.

EW BEHREYA TIRKIYÊ HEYE KU MOŞEKAN HAZIR BIKE?

Di bersivê de ya Wezareta Aborî û Enerjiyê ya  Elmanyayê, teknolojiyên LRAT ku entegreyi SÎHA’yên artêşa Tirk dibin û ji bo ku di serikên harpê yên MRAT’ê de were bikaranîn HE (Teknolojiya sotemeniya hişk a bi enerjiya zêde) û Tandem (serikê harpê ya bi imlaya konçalî) jî  firotine. Lê wezaretê xwe neda ber ku agahiyên berfirehtir bide.

Wezaretê diyar kir, teknoloiya serika harpê ya  LRAT û MRAT’ê 2018’an dane  Tirkiyê, bi şertê ku ‘ninkarin bifiroşin welatekî dî’’ dane, agahî da, ku ‘’Hikûmeta Federal şert daniye ber Tirkiyê ku nikare van teknolojiyan bifiroşe welatekî dî. Tirkiye encex bi destura hikûmeta me dikare vê teknolojiyê bifiroşe welatekî dî.’’

TIRKIYÊ EV TEKNOLOJÎ FIROTIYEKE WELATEKÎ DÎ YAN NA?

Li ser pirsa Partiya Keskan a li pey vê bersivê, ‘’Baş e, ji bo ku bifiroşin welatekî dî destûr dane  Tirkiyê?’’, Wezareta Aborî û Enerjiyê, biryareke ku  Dadgeha Destûrê ya Federal ku 2014’an kire hincet û bersiv neda. Di biryara navborî de tê gotin, hikûmet heke hewceyî pê bibine, peymanên firotinê bi gotina, ‘’raza dewletê ye’’ dikare neyê aşkerekirin.

Ji ber sedema ku desthilata AKP-MHP’ê amûrên şer ên ku bi teknolojiya Elman, bi agahî û hevkariya Elman firotibin welatine dî dibe ku wezaretê bersiveke wiha dabe.  Rejîma Erdogan van demên dawî di nav de SÎHA’yên nifşê nû jî di nav de, gelek amurên şer firotine welatên wekî Pakîstan, Tûnûs, Siûdî, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb, Azerbaycan, Malezya, Katar û Tirkmenîstanê.

Di bersiva Wezareta Aborî û Enerjiyê ya Elmanyayê de ev daxuyanî jî balê dikişine: ‘’Hikûmeta Federal pê nizane bê ka Tirkiye xwedî wan hêman û amûran e ku dikare bi sere xwe van çekan ji xebitandinê re hazir bike yan na.’’ Ev daxuyaniya ku ser wê şîlo hatiye hiştin, gumanê bi mirov re çêdike, dibe ku teknolojiya Elman a ku firotine Tirkiyê, dibe ku ji hêla mihendîsên Elman ve hatibin hazirkirin.

 ‘SERIKÊ HARPÊ ÇIYE?’

‘Serikê harpê’’ teqemenî, sotemenî an jî metaryaleke jehrî ye ku di kovikeke hilgir a diyar de digihîne armancê û pergaleke wiha ya bi mekanizmaya sazkarkirinê  ye, ku ev materyal dema ku kovika navborî gihaşte armancê çalak dike. Bi qasî ku ji bersiva ku Wezareta Aboriyê û Enerjiyê dayî tê fêhmkirin, teknolojiya pergala moşekan a bi navê nû Misrak-O, LRAT û MRAT ku rejîma Erdogan bi gotina ‘’xwemalî’’ pesnê wê dayî, ji Elmanyayê hatiye standin.

Bi LRATê (Pergala Moşekên Tangşikên ên bi Menzîra Dirêj) ku li gel amûrên hewayî yên bêmirov ji erde û ji helîkoptêran dikarin werin avêtin û MRAT (Pergala Moşekên Tangşikên ên bi Menzîla Navîn), artêşa Tirk, bi alîkariya serika dîtbarkirinê ya wêdetirî-sorê, bi şev/roj, di hemû şertên hewayî de dikare komkujiyan bike. Her wiha bi van moşekan dikarin li wesayit bitevger î bixin û kuştinê bikin.

KOMKUJIYÊN LI KKOBANÊ Û SILÊMANÎ

Dewleta Tirk ne tenê li bakur, li rojava û başûrê Kurdistanê jî, bi Amûrên Hewayî yên Bêmirov (SÎHA) li dijî gelê sivîl komkujiyan dike. Herî dawî 25’ê Hezîranê li Silêmanî, Şarbajarê di êrîşa SÎHA’yên Tirk de 2 sivîl hatibûn qetilkirin, 8 jê birîndar bûbûn. 23’yê Hezîranê jî, li gundê Helincê ya Kobanê 3 jinên Kurd bi eynî rengî hatibûn qetilkirin.

Komkujiyên sivîl ku dewleta Tirk bi SÎHA’yan kirin ev pêlek e di  rojeva partiyên muxalefetê yên Elmanyayê de ye. Beriya bi pêlekê, Wezîrê Dewletê Nîels Annen ku bersiv dayî pirsa Wekîlê Partiya Çepgir Andrej Hunko, xwestibû ku dewleta Tirk di bikaranîna çekên SÎHA’yê de pêgirê yasayên navnetewî be.