Tecrîda li ser Ocalan binpêkirina mafê mirovan jî derbaz kir

Tecrîda li ser Ocalan binpêkirina mafê mirovan jî derbaz kir

Hukûmeta AKP’ê ku her roj rêjeya binpêkirinên mafan bilintir dike. Hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 500 roj in tên astengkirin.Saziyên sivîl û nunerên partiyên siyasî bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kirin ku ev pêkanîn êdî ji tecrîdê jî derbas bûye û divê dawî li vê pêkanînên bê anîn.

Saziyên sivîl û partiyên siyasî di 10-17’ê Berfanbarê Heftye Mafê Mirovan de bal kişand ser tecrîda ku 500 roj in li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin. Nunerên rêxistinên civakî û partiyên siyasî dan zanîn ku ev pêkanîn ali ser Ocalan tê meşandin encama polîtîkayek a tecrîdeke hatî girankirî ye û ji bilî Kurdan li dijî Tirkiyeyê ye jî.

TECRÎDA LI SER OCALAN JI BINÎ VE LI NE QANÛNÊ YE

Berdevka Platforma ji Ocalan re Azadî Prz. Eren Keskîn diyar kir ku hefteyek din a mafê mirovan hat û dê bi vê armancê çalakiyên cûda bên lidarxistin. Keskîn da zanîn ku lê ji bo gelê Kurd di warê mafê mirovan de tu pêşketinek çênebûne û got: “Bûyerên li Kurdistanê êş bûne du qat” Keskîn bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û got: “Ev polîtîkaya tecrîdê ne li gorî huqûqa Tirkiyeyê, ne li gorî Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê (PMME) û ne jî li gorî peymanên din ên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine îmzekirin e. Ev ji binî ve ne qanûnî ye.”

YÊN WELAT BI RÊ VE DIBIN DIVÊ RASTIYÊ BIBÎNIN

Keskînê bi bîr xist ku mafê Ocalan jî heye ku weke her mehkûm û girtiyên din bi parêzer û malbata xwe re hevdîtin pêk bîne û wiha axivî: “Astengkirina vê yekê binpêkirina mafê mirovan e. Ev tecrîda li ser Ocalan tê pêkanîn, ne tenê Ocana, hemû gelê Kurd bandor dike. Çareseriya pirsgirêka li Tirkiyeyê bandor dike. Ez li Kurdistanê bûm. Heta mirov neçe wir mirov nikare şert û mercên wir fê bike. Her kesê xizmek xwe winda kiriye. PKK ji wana çêbûye. Ger hûn bêjin têkiliya xwe ya bi PKK’ê re qut bikin, wê demê ev tê wê wateyê ku hûn ji dayik û bavan re dibêjin têkiliya xwe bi zarokên xwe re qut bikin. Kesên ku welat bi rê ve dibin, divê rastiyê bibînin.”

TECRÎD ÎŞKENCE YE

Serokê Giştî yê Komeleya Huqûqnasên Hemdem (ÇHD) Prz. Selçûk Kozagaçli diyar kir ku di dema komkujiya 19’ê berfanbara 2000’ê de modela tecrîd û îzolasyonê hate pêkanîn û bal kişand ku bi taybet li hemberî girtiyên siyasî rêbaza îzolasyonê ya bi navê tretman hate pêkanîn. Kozagaçli bi bîr xist ku rêxistinên weke ÇHD, ÎHD û TTB tecrîdê weke binpêkirinên mafê mirovan qebûl kirine.

Kozagaçli diyar kir ku di nava pêkanînên li girtîgeha Îmraliyê de pêkanîn taybet hene û got: “Şert û mercên wê pir dijwar in. Li gel tecrîda fîzîkî ya li Îmlraiyê, bi rêya astengkirina hevdîtina parêzeran û û dozên li hemberî parêzeran îzolasyoneke giran pêk tîne. Ev yek nayê qebûlkirin. Weke em ji dozên parêzerên Ocalan jî dibînin, dixwazin îzolasyonê pêk bînin.”

DI ALIYÊN SIYASÎ Û MAFÊN SEREKE DE NAYÊ QEBÛLKIRIN

Kazagaçli bi bîr xist ku Ocalan aktoreke girîng ê siyasî ye û astengkirina hewldanên wî yên ji bo pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke cidî ya siyasî bi xwe re tîne. Kazagaçli got; “Divê mirov vê yekê weke bandoreke din a îzolayosnê bibîne. Dibe mirov di girtîgehan de weke girtî bên ragiritn. Lê mafên wan ên siyasî, civakî, çandî û parastina hebûna xwe hene.” Kazagaçli diyar kir ku ev jî modelek a îşkenceyê ye û got: “Ev tecrîda ku bi taybet li Girtîgeha Îmraliyê tê pêanîn di warê siyasî û mafên sereke yên mirovahan de nayê qebûlkirin. Divê tavilê bi dawî bibe.”

‘EV TECRÎD TENÊ LI TIRKIYEYA AKP’Ê HEYE’

Seroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Fîgen Yuksekdag jî bi bîr xist ku Tirkiye bi binpêkirinên zêde yên mafên mirovan ve dikeve hefteya mafê mirovan û bi bîr xist ku di vê hefteyê de operasyonên li hemberî BDP, şaredarî û rêxistinên sivîl pêk hatin 80 kes hatin binçavkirin. Yuksekdag bal kişand ku birîna mafê mirovan a ku herî zêde xwîn jê tê polîtîkaya tecrîdê û rewşa girtiyan ye û got: “Ev bi tundî berdewam dike. Di nava tecrîdê de tecrîdeke din heye. Ev pêkanîn gelek kêm li cîhanê tê dîtin. Tecrîdkirina rêberê gelekî, li vê cîhanê di nava sînorên axa Tirkiyeyê de pêk hat û ev desthilatiya vê yekê dike jî AKP ye.”

Yuksekdag tecrîdê weke “xespkirina mafê mirovan” bi nav kir û got: “Tecrîda li ser Birêz Ocalan binpêkirineke siyasî ye.” Yuksekdag da zanîn ku ev tecrîd li hemberî azadiya mafê gotinê û mafê rêxistinbûnê yên gelan pêk tê. Yuksekdag diyar kir ku hemû maf bi têkoşînê tên bidestxistin û banga xurtkirina têkoşînê kir.

PÊWÎSTE TECRÎD BI DAWÎ BIBE

Serokê Giştî yê MAZLUM-DER’ê Ahmet Farûk Unsal jî da diyarkirin ku, li Tirkiyeyê sîstema darazê li rexmî zagonên xwe û rêvebernameyên xwe jî kûr û seqet kar dike. Unsal destnîşan kir: “Li rexmî qûralên xwe kar dike. Destûr nedana hevdîtina parêzeran ya bi Ocalan re jî mînakek ya vê ye. Bi boneya vê hefteyê em dê daxwaz bikin ku şertên xirab û tecrîda ku hemû girtî û Ocalan jî di nav de têde ne bi dawî bibin. Em daxwaz dikin ku tecrîd bi dawî bibe.”