Tanrikulu: Di 11 mehan de 60 girtiyan jiyana xwe ji dest da

Tanrikulu: Di 11 mehan de 60 girtiyan jiyana xwe ji dest da

Parlementerê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu diyar kir ku, di nava 11 mehên sala 2012'an de di înfazê bêdadî de 35 kes, di teqîna mayînan de 14 kes, di bûyerên kiryar nediyar de 19 kesan û di êrîşan de jî 14 kesan bi giştî 82 kesan jiyana xwe ji dest da. Tanirkulu anî ziman ku, di girtîgehan de jî 60 kesan jiyana xwe ji dest da.

Parlementerê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu bi boneya hefteya Mafên Mirovan li Meclisê civîna çapemeniyê li dar xist.Tanrikulu da zanîn ku, sala 2012'an di mijara binpêkirina mafên mirovan de "salekî muhteşembû" Tanirkulu destnîşan kir ku, di qada binpêkirina mafên mirovan de her sal zêdebûn pêk tên.

Tanirkulu diyarkir ku, di înfazên bêdadî de 35, di teqîna mayînan de 14 kes, di bûyerên kiryar nediyar de 19 kesan, di êrîşên bombeyî de 14 kesan û bi giştî 82 kesan di nava 11 mehan de jiyana xwe ji dest da. Tanrikulu aşkera kir ku, di cînayetên kar de jî di nava 10 salan de 10 hezar kesan jiyana xwe ji dest da.

Tanrikulu destnîşan kir ku, ev hêjmar di nava 11 mehan de 802 ye û wiha got: "Tundiya li hemberî jinê û cînayetên li dijî jinan gelek zêdebûn. Ligel zagonên hatin çêkirin şîdetê zirve kir." Tanrikulu, anî ziman ku di vê mijarê de tedbîr nehatin girtin û di nava 11 mehan de 148 jin hatin qetilkirin.

‘LI GIRTÎGEHAN DI NAVA 11 MEHAN DE 60 KESAN JIYANA XWE JI DEST DA'

Tanrikulu da zanîn ku, di nava 11 mehan de li girtîgehan 60 kesan jiyana xwe ji dest da û ji ber îşkence û muameleya xerab jî 321 kesan jiyana xwe ji dest da û 11 girtî rastî tacîz û tecawizê hatin. Tanrikulu diyarkir ku, hikûmetê got, "Ji îşkenceyê re sifir tolerans" lê hejmara îşkence û muameleya xerab 319 ne.

Tanrikulu destnîşan kir ku, di meş û çalakiyan de 46 hezar kes hatine binçavkiri, hezar û 831 kes hatine girtin, 555 kes birîndarbûn. Tanrikulu diyar kir ku, di sala 2002'an de hêjmara girtiyan nêzî 60 hezaran bûn ev hêjmar niha 125 hezaran derbazbûye û li girtîgehan hezar û 180 zarok hene.