SPD'ê xwest, têkildarî polîsa sîxur daxuyaniyeke berfireh bê dayin. Li ser navê Koma SPD'ê parlamentera eyaletê Nancy Faeser daxuyaniyeke nivîskî weşand û bang li Wezîrê Karên Hundir ê eyaletê Peter Beûth ê ji CDU kir.
Parlamentera SPD'ê Faeser bêdengiya Wezîrê Karên Hundir a li ser vê rewşa sosret rexne kir û got, "Îdîayên di nava raya giştî de belav bûne, ji bêdengiya wezîr gelekî giran û girîngtir in. Divê bê lêkolînkirin, bê kesa navborî bi kê re rabûye û rûniştiye."
Di daxuyaniya SPD'ê de ku li meclîsa eyaletê ya Hessenê partiya mûxalefetê ya bingehîn e, ev bang li rêveberiya eyaletê hate kirin: "Divê Wezareta Karên Hundir zanibe, nabe ku karmendên li daîreyên dewleta Elman wezîfedar in bi îstîxbarata Tirk re bixebite."
Di nûçeya duh a ANF'ê de hatibû ragihandin, ku serkomîsera Elman a bi eslê xwe Tirk Dondu Yazgan e.
Nûçeya ANF'ê ya li ser mijarê ev e:
https://anfkurdi.com/rojane/endama-mIt-e-ya-kete-nava-emniyeta-elman-ev-e-83920