Li Almanyayê ji bo hilbijartina giştî ya payîza 2013’an pêkbê, berendamên partiyan zelal dibin. Piştî Keskan, beriya kongreya Partiya Sosyal Demokratan ya dê îro pêk were çav lê ye ku berendamê berê Peer Steinbruck yê hatibû diyarkirin bê hilbijartin.
Di kongreya awarte ya ku li paytextê eyaleta Saksonya Jêr Hannoverê tê li darxistin de, bi çavek teqez lê tê nêrîn ku berendamtiya Wezîrê berê yê Maliya Federalê Peer Steinbruck bê pesend kirin. Steinbruckê ku demê Wezîrtî û derbazbûyî ya wî ya şexsî û rêveberiya SPD ku her tim mijara nîqaşê bûn, armanc dike ku ji sedî 90’î zêdetir dengên delegeyên partiyê bigire.
Di dengdana berendamtiya serokwezîrtiyê ya di SPD’ê de ya heya roja îro, asta herî kêm ku sedê 93’ê ya di navbera sala 1998-2005’an de serokwezîrtî kir aydê Gerhard Schrodere. Li rexmî vê Schroder, piştî Helmut Schmidt yekem siyasetmedarê SPD’ê yê hilbijartin qezenc kiriye ye.
Rêveberiya SPD’ê jî ji bo Steinbruck yê 65 salî ji sedê 90’ê zêdetir dengê delegeyan bigire hewildanekî mezin dike. Steinbruck dê di kongreyê de 90 deqîqan bi axive û polîtîkaya partiya xwe ya hilbijartinê vebêje.
Di hilbijartinên sala 2013’an de Serokwezîr Angela Merkel careke dixwaze bibe berendam, her wiha beriya vê Patiya Keskan (Grunen) weke berendam Jurgen Trittin û Katrin Goring-Eckhardt diyarkiribûn.