Sezaî Temellî kete ber lêpirsînê

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî bi hinceta axaftina xwe ya ji bo danasîna namzetên HDP'ê yên hevşaredariya Dersimê kete ber lêpirsînê.

Serdozgeriya Tirk a Dersimê, bi hinceta axaftina Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temelli ya 31’ê Çile li Dersimê kirî de lêpirsîn da destpê kirin. Serdozgeriya Tirk bi hinceta ku Temelli pesnê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye û ‘Propagandaya Rêxistinê’ kiriye, ji ber destnedana wekîltiyê dosya şande Serdozgeriya Enqereyê.

Dîsa di civîna danasîna namzetên hevşaredariyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) axaftina Alîkara Hevseroka Giştî ya DBP’ê Halide Turkoglu ‘Propagandaya Rêxistinê’ kiriye di derbarê wê de lê pirsîn hate vekirin.