Serwextbûna li 15'ê Tebaxê

Ev şerê beriya bi 34 salan destpêkirî dewam dike. Rayedarên dewleta Tirk her sal dibêjin, va me ew xilas kirin, sibe em ê xilas bikin, lê di dawiyê de encamên giran ên siyasî, civakî û aborî yên vî şerî didin der. 

34 sal di ser çalakiyên Erûh û Şemzînanê yên 15 Tebaxa 1984´an re derbas bûn. Ev 34 sal in rojeva Tirkiye û Rojhilta Navîn ev e. Çi dilxwaz û çi dijber be, êdî qebûl dike ku ev 34 sal in bênavber gerîla li dijî artêşa ku hêza herî mezin a duyemîn a NATO´yê ye, şer dike. Gava çalakiyên gerîla yên ewil çêbûn, digotin çend eşqiyan e, û jixwe, ew ê di nav çend hefteyan de biqedin. 1768 hefte di ser re derbas bûn, lê nekarîn vê têkoşînê biçewisînin, berevajî vê heta îro xwe xurtir kiriye. Şerê ku bi sê tîmên eskerî dest pê kir, îro bi sedan heta bi hezaran tîman didome. Vî gerilayê hanê, pişta xwe daye gel. Jixwe, ev piştevaniya gel nebaya, emrê wê jî wê pirr kin bûya.            

Ez dibêjim qey li dinyayê şerekî bi vî rengî demdirêj çênebûye. Ji ber karekterên her aliyî, ev şerê hanê ewqasî dewam kir. Dewleta Tirk dixwaze, Kurdan bike Tirk, û Kurdistan jî bibe cihê netewebûna Tirkan. Ji bo vê yekê jî di literatura siyaseta dinyayê de dibêjin, komkujî. Lê Kurd jî wekî gelê vê erdnigariyê ku civakîbûn cara ewil li wir derketiye holê, dixwaze hebe. Israrên wan her du daxwazan kir ku şer dirêj bibe. Heger     her du alî jî ne di vê tebîetê de bûna, belkî vî şerî ewqasî dewam nekira. Esas, ji ber armanc û karektera dewleta Tirk ev şer ewqasî dirêj bû. Kurd jî dixwazin hebin û azad bin, fêhmkirina vê yekê jî ne zehmet e.

Vî şerî kir ku mirov rastiya Tirkiyeyê û rastiya Kurdan ku ev şoreşa civakî bi sembola wê ya mezin gerîla re berbiçavtir dibe, ji nêzîk ve fêm bike. Gava mirov li dîroka Komara Tirkiyeyê û 40 salên dawî mêze dike, têdigihîje ku li dijî Kurdan ka çawa bûye dewleta şerê taybet. Alavên dewletê yên wekî, dîplomasî, ekonomî, çand, perwerde û propaganda ji bo bi temamî qirrkirina Kurdan bûne dezgehên veşartinê. Fêr bûne ka çawa li ser Kurdan bêbextî û derewan bikin. Fêhm kirine ku ji komkujiya fizîkî wêdetir “Komkujya Spî” pêk tê. Her wiha têgihîştine ku ev dewleta qirrker ji bo çerxa qirrker bizivirîne xwe li du rêyan diceribîne; ya yekê;  parçekirina Kurdan û wan berdana hev, ya diduyê jî îstîsmarkirina hessasiyetên dînî yên Kurdan.         

Karakterê Kurdan jî van 40 salên dawiyê baş hatiye fêmkirin. Egîdî û berxwedêriya wan êdî bûye efsane. Ev jî encama wê yekê ye ku cografyaya Kurdistanê di her dema dîroka xwe de bi zehmetî û dagirkeriyan re rûbirû bûye. Aliyekî van êrişên giran teslîmiyet û xiyanet bûye, aliyê din jî berxwedaneke efsanewî bûye. Di van 40 salên dawiyê de van her du xisletan jî xwe bi awayekî zelal eşkere kiriye. Dîroka Kurdan nîşanî me daye ku ew bi gelên din re bi xwişk û biratî jiyaye, vî şerî jî kiriye ku ev xisleta wî jî bêhtir xuya û darîçav be. Nîşan da ye ku dema ku ew doza jiyana azad û demokratîk dike, ew ne dijminê ti gelan e. Wekî din, ji ber ku di tevahiya dîrokê de nebûn desthilatdar û dewlet, timî weke civakeke li derveyî dewletê jiyan, kiriye ku xisleta wan a demokratîk derkeve meydanê. Bêyî ku bibêjin, ev axa ye, ev beg e, ev filan otorîte ye, ev bêvan otorîte ye, ew derketin meydanan, wan rastiya civaka demokratîk a derveyî dewlet û desthilatdariyê da der. Dezavantajên ku ji ber nebûna dewlet û desthilatdariyê, vê carê weke avantaj li wan vegeriyan û ew kirin dînamîzma herî demokratîk û şoreşger a Rojhilata Navîn.

Di dîrokê de aşînanebûna Kurdan bi dewlet û desthilatiyê kir ku zexta li ser jinê û civakê zêde kûr û kokdar nebe. Xisleta dewletparêz a hêzên derve bi tenê li ser çînên serdest ên Kurd û hawîrdora wan bi tesîr bûye. Lewma ruhê azadiya jinê yê ku seranserê dîrokê li cem civaka Kurd li ser piyan ma, xwe di nava van 40 salan de ecêb darîçav kir. Bi wî rengî ku ruhê civaka demokratîk bûn jin. Di van dehsalên dawiyê de rabûna ser piyan a jinên Kurd mohra xwe li rastiya civaka Kurd xist. Jin û dayikên Kurd li Kurdistanê veguherîn stûnên hilneweşin ên  berxwedana demokratîk. Jixwe, di vê astê de tevlîbûna nav refên gerîla a jinan, derketina wan a serê çiyayan, bû esas ji bo ku di warê civakî û çandî de bi bandor bibin. Bi wî rengî ku wan dînamîzm li tevgera jinê ya Tirkiyeyê zêde kir û tesîr li tevgerên jinan ên li dinyayê jî kir.

Bi rastî jî, gelo li dinyayê hatiye dîtin ku jin di vê astê de derkevin serê çiyê, tevî mêran, bi hev re li kêleka wan lê biîrade û azad bijîn? Yekane hest, armanc û terzê jiyana jinên li serê çiyê ew e ku bibin çavkaniya helwêsta azad û demokratîk a jinan. Gelo bi rastî helwêsteke bi vî rengî ya jinan li dinyayê hatiye dîtin? Jixwe, bi tena serê xwe ev rastî jî dike ku bibe pêwîstiyek ku ev şerê 34 salan dewam dike bi awayekî berfireh bê lêkolan.

Ev şerê beriya bi 34 salan destpêkirî dewam dike. Rayedarên dewleta Tirk her sal dibêjin, va me ew xilas kirin, sibe em ê xilas bikin, lê di dawiyê de encamên giran ên siyasî, civakî û aborî yên vî şerî didin der. Di bin barê desthilatdariyeke ku her tişta xwe li gorî qirrkirina Kurdan û vî şerî bi teşe dike, bivênevê mirov bi krîzên aborî, siyasî, dîplomatîk û civakî re rûbirû bibe. Ji bo krîzê ne lazim e mirov li ti navnîşan û muxatebê din bigere. Ya ku krîz afirandî siyaseta Tirkiyeyê ya qirrker û rastiya wî şerî ye ku bi dehan salan dewam dike.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA