Şervana YPJ'ê Roza Avesta li Bonnê hate bibîranîn

Şervana YPJ'ê Roza Avesta (Bêrîvan Kûto), ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest da, li bajarê Bonn ê Elmanyayê hate bibîranîn.

Civîna bîranînê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Bonnê pêk hat û ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan û PYD-Bonnê ve hate organîzekirin.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê Nûnerê PYD'ê yê Bonnê Celal Efrîn axivî. Efrîn da xuyakirin, têkoşîna azadiyê ya Kurd Kurd li her parçeyên Kurdistanê bi rastiya şehadetê mezin dibe û got, "Têkoşîn di salên 1990'î de li Rojavayê Kurdistanê girseyî bû. Jenarasyona Roza ku di salên 1990'î de ji dayik bû, cihê xwe di nava têkoşînê de girt û li refên herî pêş şer kir, şehîd bû. Pêwîste bi rêya vê mîrateyê em hê bi xurtî xwedî li têkoşîna xwe derkevin."

'EGER EM DILSOZÊ WELATÊ XWE BIN, WÊ DEMÊ DIVÊ EM WELATÊ XWE AZAD BIKIN'

Apê Roza Avesta Hecî Şêxo jî li civîna bîranînê axivî. Şêxo qala jiyana Avesta kir û got, "Em ê heta dawiyê şopdarên rêya şehîdan bin. Welatparêzî hin erk û wezîfeyên girîng dide me. Di vê çarçoveyê de, eger em dilsozê welatê xwe bin, ji bo rizgarkirina welatê xwe çi ji destê me bê divê em bikin û bi erka xwe rabin."

Roza Avesta (Bêrîvan Kûto) a li Şamê ji dayik bû, ji ber ku malbata wê malbateke welatparêz bû, di nava têkoşînê de mezin bû. Di sala 2013'an de li Rojavayê Kurdistanê tevlî nava refên YPJ'ê bû û li herêmên cuda yên Rojava şer kir. Di pêngava rizgarkirina Reqayê de roja 15'ê Kanûna 2016'an li gundê Ebû Erdanî di şerê dijwar de jiyana xwe ji dest da.