Serokê PJAK’ê piştgirî da roja şînê ya ji bo zarokên Pîranşarê

Serokê PJAK’ê piştgirî da roja şînê ya ji bo zarokên Pîranşarê

Serokê PJAK’ê Ebdulrehman Hacî Ehmedî derbarê dibistana zarokên keç a ku li Pîranşarê ji ber xemsariya rayedarên rejîma Îranê şewitî de daxuyaniyek da û diyar kir ku divê ev karesat divê tenê weke xemsariya hin rayedar û berpirsan neyê dîtin, divê weke berdewama polîtîkayên qirkirinê yên li hemberî gelê Kurd bê dîtin. Ehmedî bang li gelê Kurd kir ku roja pênçşemê tevlî roja şînê bibin.

Roja 5’ê berfanbarê li Pîranşarê agir bi pola xwendekarên keç ên dibistana seretayî ya gundê Şînawê ya bajarê Pîranşarê ket. Di encamê de 2 jiyana xwe ji dest dest dan û 37 jî birîndar bûn. Hat diyarkirin ku rewşa 17 xwendekaran giran e.

Serokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Ebdulrehman Hacî Ehmedî derbarê vê karesatê de daxuyaniyek da. Serokê PJAK’ê xwendekarên di encama şewata derketî de jiyana xwe ji dest dan, wekî sembolên zilma li ser gelê kurd û şehîdên Kurdistanê bi nav kir.

Ebdurrehmanê Hacîehmedî ku li ser şewata dibistana gundê Pîranşar Şînawê daxuyaniyek da, sersaxî li malbatên xwendekaran jiyana xwe ji dest dane kir û piştgiriya xwe ya bi îlankirina roja pênceşemê wekî roja şînê ragihand.

Serokê PJAKê ku buyera li gundê Şînawê wekî buyerek ne asayî û encama siyaseta rejîma Îranê binav kir, Seyran Yegane û Êlham Îsmaîlpûr ku jiyana xwe ji dest dan jî, wekî sembolên zilma li ser gelê kurd binav kirin.

Hacîehmedî di vê derbarê de got ku tişta rû daye, nabe wekî encama kêmxemiya çend berpirsyarên dewleta Îranê were dîtin. Di rastiyê de, ev karesat, encamek zelal ya siyaseta sîstematîk a qirkirin û jinavbirina gelê kurd e.

Serokê PJAKê anî ziman ku PJAK, bûyerê wekî kuştina mirovan binav dike û bi tundî şermezar dike. Her weha bang li gelê kurd kir ku roja pêncşemê di çarçoveya şîna seranserî de tevbigere, hevxemiya malbatên Şînawê bike û siaysetên qirkirina rejîma Îranê jî şermezar bike.