Li Sûriyeyê gundê elewiyana a Akrab ya girêdayê bajaroka Hula di encama êrîşa bombeyî de 130 kesî jiyana xwe ji dest da. Serokê giştî yê MAZLUM-DER’ê Ahmet Faruk Unsal daxuyanî da û wiha got: “Rewşa li Akrabê, xetereyeke pir mezin a der barê hawira pevçûnê ya mezhebî ya seranserê welat e. Ev tê wateya hesabekî qirêj ya li her jiyana mirovan tên meşandin.”
Unsal êrîşa li gundê Akrabê ya Hulayê şermezar kir. Unsal destnîşan kir ku ew êrîşa li dijî mirovên mazlum a li Akrabê şermezar dikin û wiha got: “Ligel hemû hewldanên dîplomatîk û banga NY’ê ya ji bo rawestandina mirina sivîlan, kuştina sivîlan didome.”
Unsal da zanîn ku ev êrîş derbasî qeydên êrîşên herî bi xwîn bûye û wiha berdwam kir: “Di êrîşa ku gelek birîndar jî tê de hene, li welat xizmeta tenduristî û ekîbmana tibî jî kêm e. Ev bûyera bi xwîn xeleka dawî ya pêvajoya bi xeter a pevçûnê ku jiyana mirovan êdî ne mumkun e. Ev bûyera wehşet bi xwe re pêvajoyeke gelek bi xeter tîne. Li Akrabê ku gelekên wan Sunnî ne, ev geşedaneke ku hawira kaosê biafirîne ye.”
Unsal dxuyanî wiha berdewam kr: “Komkujiyeke wisa meha nîsanê de li Hulayê pêk hat. Rewş li Akrabê ji bo hawireke şer ya mezhebî ya seranserê welat gelek bi xeter e. Li ser jiyana mirovan hesabên qirêj dimeşînin. Em weke MAZLUM-DER’ê bêyî ku Sunnî, Xiristiyan, Durzî, Nuayrî ji hev veqetînin hemû erîşên li dijî mazluman nelet dikin. Em careke din dibêjin ku em li cem gelê mazlum in. Li dij vê wehşetê divê civaka navnetewî, rêxistinên mafê mirovan, dewlet, NY, Konseya Ewlehiyê ya NY, Yekitiya Îslamî û yekitiya Ereban bê deng nemîne.”