Seroka MPKE'yê: Cihê parlamenteran ne girtîgeh e

Seroka MPKE'yê bal kişande ser parlamenterên gritî yên HDP'ê û got, ''Divê cihê parlamenteran ne girtîgeh be. MPKE hazir e ku di vê pêvajoyê de bi rista xwe rabe''.

Seroka Meclîsa Parlamenter a Komîsyona Ewropayê Lîlîane Mury Pasquîer bi daxuyaniyeke nivîskî al kişand ser rewşa girtiyên siyasî yên li Tirkiyê.

'BIRYAR LI SER DEMÎRTAŞ Û ONDER MIROV DIBIHITÎNE'

Pasquîer got, ''MPKE niha rewşa parlamenterên girtî yên nû û berê yên li Tirkiyê dişopîne. Hem rewşa parlamenterên ku bi îdîaya çalakiyên 'terorîst' girtî ne û tê ne dariznadin û hem jî biryara 7'ê Îlonê ya li ser Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û parlamenterê HDP'ê Sirri Sureyya Onder min dibehitîne.''

'EM HAZIR IN KU JI BO ÇARESERIYÊ BI ROLA XWE RABIN'

Pasquîer got, ''Divê cihê parlamenteran ne girtîgeh be'' û domand, ''Azadiya derbirînê ji bo mirov peywira xwe ya parlamenteriyê bike pir girîng e. Azadiya derbirînê li gorî çarçoweya Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê divê were parastin û ewlehiya wê hebe. Ji bo demokrasiyên me sazkar bin ev xaleke jêneger e.

Ji bo vê jî, ji bo çareseriyê û ji niha berdana parlamenterên nû û yên berê yên girtî, ji bo ku bikaribin xebatên xwe yên siyasî weke li cihên demokrasiyê hebin, bi rehetî bikin divê em bi rayedarên Tirkiyê û parlamenteran re têkiliyê deynin. Destpêkirina bicihanîna Plana Çalakiyê ya ji bo Pêşîlêgirtina Binpêkirina ya Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê, ji bo geşkirina vê hevkariyê fersendeke baş e û MPKE hazir e ku di vê pêvajoyê de bi rista xwe rabe.''