Serlêdana parêzeran di roja 503’an de jî hate red kirin

Serlêdana parêzeran di roja 503’an de jî hate red kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtina heftane ya asayî pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Dozgeriyê dîsa bi hinceta "Keştî xirabe ye" destûr neda parêzer biçin Îmraliyê.

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mazlûm Dînç, Rezan Sarica û Huseyin Bogatekîn, ji bo bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtina asayî ya heftane pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliye bersiva nerênî dan û serlêdan red kir. Dozgeriya Komarê bi hinceta "Keştiya Tuzla xirabe ye" serlêdan red kir.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27'ê tîrmeha 2011'an heta niha (503 rojin) nikarin bi muwekîlê xwe re hevdîtinan bikin. Parêzerên ku heta niha 139 hefte ne serlêdanê dikin, her tim bi hincetên ji cidiyetê dûr û pûç yên weke "Keştî xirabeye", "Rewşa hewayê", "Keştî di tehmîrê de ye" û "Belge kêmin" tên redkirin û hevdîtin tên astengkirin.