Serlêdana hevdîtinê ya malbatan hate redkirin

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê , ji bo hevdîtinê serlêdan kiribûn. Serlêdana malbatan hate redkirin.

Mehmet Ocalan ê ku birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wasîsê wî Mazlûm Dînç ji bo ku roja Duşemê biçin Îmraliyê bi rêya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Serlêdana hevdîtinê ya malbatan ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ve hate redkirin.

Serlêdana Emîn Konar ê ku birayê Omer Hayrî Konar e, Polat Yildirim ê ku birayê Hamîlî Yildirim e, Melîha Çetîn a ku xwişka Veysî Aktaş e û keça wî Eylem Çetîn jî ya bi rêya parêzeran jî hate redkirin.

Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ji bo ‘sekreteryayê’ di 15’ê Adara 2015’an de çûbûn Îmraliyê. Hamîlî Yildirim jî di 15’ê Tebaxa 2015’an de biribûn Îmraliyê. Van girtiyan bi tenê di 5’ê Hezîranê û di 12’ê Tebaxa 2019’an de karibûne bi malbatên xwe re hevdîtinê bikin.