Serekê Zerdeştî: Erdogan li Efrînê têk diçe

Serekê Rûhanî yê Civata Zerdeştiyên Kurdistanê Andaz Hwaîze diyar kir ku Erdogan li Efrînê têk diçe û nerazîbûn nîşanî bêdengiya êrîşên dagirker da.

Serekê Rûhanî yê Civata Zerdeştiyên Kurdistanê (Asvewan) Andaz Hwaîze nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirker ên li ser Efrînê da.

Hwaîze got “Tirkiye û Erdogan di vî şerî de têk çûne, di warê leşkerî de têk çûne. Di warê îdeolojîk de têk çûne. Hevkarên wan DAÎŞ û El Nûsra jî têk çûne.”

Hwaîze diyar kir ku Iraq, Îran, Tirkiye û Sûriye bi sedan sal in li dijî Kurdan polîtîkayên tunekirinê pêk tîne û got, “Ligel ku her rê ceribandin jî, nekarîn Kurdan tune bikin.”

Hwaîze axaftina xwde wisa domand, “Bêdengiya welatên rojava ez şaş nekirim. Berê jî tiştên bi vî rengî hatibû serê me. Divê em baweriyê xwe bi vê gotinê bînin ku, ji xeynî çiyayan tu dostên me tune. Di polîtîkayên welatên rojava de etîk hîç tune.”

‘CÎHANA ÎSLAMÊ DIVÊ VAN TIŞTAN ÎZAH BIKE’

Hwaîze diyar kir ku çeteyên tevî Tirkiyeyê êrîşî Efrînê dikin, têkiliya wan bi El-Kaîdeyê re heye û got, “Li pêş çavên cîhanê Kurdan qetil dikin. Divê welatên Îslamê vî tiştî îzah bike. Divê Kurd biryara xwe bidin ku, gelo ew parçeyekî Îslamê ne yan na. Heke meleyek ji bo kuştina Kurdan fetwayekê bide, divê Îslam vî tiştî îzah bike. Tu welatekî Îslamê li dijî dagirkirina Efrînê dernakeve.”

‘HÊVÎ Û HESRETÊN KURDAN NAYÊ TUNEKIRIN’

Hwaîze diyar kir ku hêvî û hesretên Kurdan nayê tunekirin û got “Heta ku mafên me jî ne wekî yên gelên din be, tê vê wateyê ku li Iraq, Îran, Tirkiye û Sûriyeyê nîjadperestî heye. Di heman demê de mafê Kurdan heye ku qedera xwe diyar bikin û dewleta xwe ava bikin.”

‘GELÊ TIRK DIVÊ FÊM BIKE KU ERDOGAN TÊK DIÇE’

Hwaîze diyar kir ku Efrîn ji bo Kurdan gelekî  girîng û ew ê vê girîngiya wê bidome û got “Artêşa modern a Erdogan û çeteyên wan 25 roj in, nikarin bi pêş ve biçin. Ev ji bo Erdogan şermeke mezin e. Divê gelê Tirkiyeyê fêm bike ku Erdogan di dagirkirina Efrînê de têk çûye. Tirkiye û Erdogan di vî şerî de têk çûne, di warê leşkerî de têk çûne. Di warê îdeolojîk de têk çûne. Hevkarên wan DAÎŞ û El Nûsra jî têk çûne”

Hwaîze diyar kir ku Erdogan Seddamê duyemîn e û ew ê aqûbeta Erdogan jî wekî ya Seddam be.