Serdanên ji bo greva li Den Haagê didomin

Serdanên ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê Huseyîn Yildiz û Hasbî Çakici yên li bajarê Den Haag ê Hollandayê didomin.

Berxwedana grevên birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven didome.

Li bajarê Den Haag ê Hollandayê Kurdistaniyên bi navê Huseyîn Yildiz û Hasbî Çakici di greva birçîbûnê de ne.

Kurdistaniyên li bajarê Antwerpen ê Belçîkayê serdana Yildiz û Çakici kirin.

Çalakgeran gotin, "Heta ku tecrîd bi dawî bibe çalakiya me wê bidome. Divê gelê Kurd û dostên wan bi ruhê seferberiyê derkevin qadan û ji raya giştî ya dinyayê re qala armanca çalakiyê bikin."