Serdanên ji bo greva birçîbûnê ya li Londrayê didome

Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li Londrayê didome. Parlamenterê HDP’ê, nûnerên YNK’ê yê Brîtanya û gelek nûnerên komeleyên xwecihî serdana çalakgerên grevê kirin.

Li paytexta Îngîltere Londonê Alî Poyroz, Nahîde Zengîn û Mehmet Saît Yilmaz 14’ê Adarê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger kirin. Greva birçîbûnê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd didome û Parlamenterê HDP’ê Dîlşat Canbaz Kaya serdana grevê kir. Kaya di serdanê de got bi teqez ew ê faşîzma li Tirkiyeyê bilind dibe wê têk biçe

Îro danê nîvor nûnerênm Yekîtiya Nîştimanî Kurdistan (YNK) yê Brîtanyayê serdana berxwedêrên greva birçîbûnê kir. Di serdanê de nûnerên YNK’ê qada girîngiya yekîtya gelê Kurd kirin û gotin divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were berdan.

Gelek rêveberên komeleyên xwecihî ku Bozcader jî di nav de bû serdana berxwedêrên greva birçîbûnê kirin.