Saziyên Êzidiyan salvegera 15'ê Tebaxê pîroz kirin

Saziyên Civaka Êzidî yên li Ewropayê NAV-YÊK, SMJÊ, HCÊ, NÇÊ bi daxuyaniyeke hevpar salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kirin.

NAV-YÊK (Navenda Yekîtiya Komelên Êzîdiya), Sîwana Meclîsên Jinên Êzîdî - SMJÊ, Hevgirtina Ciwanên Êzîdî - HCÊ, Navenda Çanda Êzîdxan - NÇÊ bi wesîleya salvegera 34'an a Pêngava 15'ê Tebaxê daxuyaniyeke nivîskî weşandin.

Di daxuyaniya hevpar de hate gotin, "Em vê roja watedar li Rêberê Gelê Kurd, li Hêzên Parastina Gel, li gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn, li civaka Êzidî û tevahiya mirovahiyê pîroz dikin."

Saziyan diyar kirin ku di encama têkoşîna çekdarî de ku bi 15'ê Tebaxa 1984'an re dest pê kir, hebûna gelê Kurd hate qebûlkirin û gotin, "Gelê Kurd êdî ne tenê mafên xwe yên çandî û civakî misoger dike, her wiha bûye hêza bingehîn ji bo pêşketina demokrasî û azadiya gelan."

Di dewama daxuyaniyê de işaret bi konsepta nû ya dewleta Tirk û hikumeta AKP'ê hate kirin ku bi her awayî li dijî tevgera azadiyê şerê qirkirinê tê kirin û hate gotin, "Lê em di wê baweriyê de ne ku bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd û tevgera azadiyêû berxwedana gelê kurd wê hemû lîstokê dijmin pûç bibin. Bersiva tevgera azadiyê û ya gelê Kurd bilindkirina têkoşîna demokratîk û azadiyê ye."

Di dawiya dawxuyaniyê de hate gotin, "Em jî weke civaka Kurdên Êzidî û saziyên Êzidiyan, di bin her şert û mercan de tevî hemû hêza xwe piştgirtinê didin destketiyên gelê Kurd li rojavayê Kurdistanê, bi taybetî li Efrînê, li Ṣengalê û berxwedana gelê xwe li her deverê.

Em siyaseta dewleta AKP a li dijî gelê Kurd û tecrîta li ser Rêber Apo bi tundî şermezar dikin û berxwedana bê hempa ya gelê xwe û ya hêzên parastina gel li dijî hêzên dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên DAÎŞ'ê bi hurmet silav dikin."