Saziyên Êzîdî yên dervayê welat êrîşa li dijî YBŞ’ê şermezar kirin

Sazî û dezgayên Êzidî yên Derveyî welat bi daxuyaniyekê êrîşa li dijî şervanên YBŞ’ê ya ji aliyê komeke ser bi hikûmeta Îraqê ve şermezar kir. Saziyên Êzidxanê ev êrîş hewldaneke ya tirsnak a hikûmeta Iraqê binav kir.

Rêxistinên û saziyên Êzidiyan yên dervayê welat li ser êrîşa komeke ya ser bi Hikûmeta Iraqê ya li dijî şervanên Êzidxanê YBŞ’ê daxuyaniyek da û êrîş şermezar kir. Saziyên Êzidxanê anî ziman ku wê li dijî êrîşên wiha bêdeng nemîn û çalakiyan lidar bixin.

Daxuyaniya hevbeş ya Sazî û dezgehên Êzîdiyên yê dervayê Welat wiha ye:

“Bi gelek caran hêzên rêjîmê di serî de dewleta dagirker a Tirk, rayedarên PDK’ê û herî dawî yê hikûmeta Iraqê hewl dayîn bi êrîşên tirsnak vîna civaka bi rêxistinkirî ya Êzîdiyan bişkînin.

Êrîş di şexsê şervanên Êzîdxanê de li hemberî tevahî Êzîdxana pîroz hate kirin, vê hewldanê piştrast dike. Em wek nûnerên gelek rêxistin û pêkhateyên Êzîdiyan yên dervayê welat vê êrîşa tirsnak yê hikûmeta Iraqê bi tundî şermezar dikin. Di esasê de êrîşa li dijî YBŞ’ê binketina hêzên desthilatdar û faşîzane rave dike. Siyaseta qirêj ku ji aliyê hevkarên hêzên hikûmeta Iraqê ya li ser civaka me tê kirin, dixwazin civakê bi lîstikên qirêj li dijî hev bikar bînin. Bi taybetî hêzên hikûmeta Iraqê bi hevkarên xwe bi her awayî bênavber hewl dide vîna civaka me bi teslîmbûnê bidin şikandin. Divê bê zanîn çawa civaka bi rêxistinkirî bi hêzên xwe yên parastinê xwe bi rê ve dibe û berhemên mezin diafrîne; herî dawî di operasyona tunekirina çeteyên DAÎŞ ê de wê bi ti provakasyonan neyên xapandin û li hemberî hemû êrîşan bi berdewamî xwe biparêzin.

Lewra jî em ê bi ti awayî li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin. Li hemû cîhên ku civaka me lê ye, wê çalakiyên şermezarkirinê werin lidarxistin. Agahiyên derbarê çalakiyan wê di demekî kin de werin parve kirin. Li ser vê esasê em ê xwedî ji bangawaziya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê derkevin û bi çalakiyên xwe bêdengiya hêzên navnetewî mîna NY şermezar bikin. Divê bi ruhê Êzîdxana pîroz tevahî civaka me xwe beşdarî van çalakiyan bike. “

Navê Rêxistinên û saziyên Êzidiyan yên dervayê welat wiha ne:

Sîwana Meclîsên Jinên Êzîdî SMJÊ

Navenda Yekitiya Komelên Êzîdiyan

NAV-YEK

Meclîsa Şengalê yê Dervayê Welat

Meclîsên Gundan yên Bakurê Kurdistanê

Hevgirtina Ciwanên Êzîdî (HCÊ)

Navenda Çanda Êzîdxan (NÇÊ)