Sariyildiz: Bûtçeya 2013 bûtçeya şer e

Sariyildiz: Bûtçeya 2013 bûtçeya şer e

Parlementerê BDP'ê yê Şirnexê yê girtî Faysal Sariyildiz diyar kir ku, Tirkiye di nav 14 dewletên herî zêde li qada leşkerî de lêçûnan dikin de cih digire. Sariyildiz anî ziman ku, ji sedî 20 lêçûnên leşkerî bên kêmkirin dê 12,5 milyon welatiyên bê sîgorta prîmîmên wan ji aliyê dewletê ve bên dîtin û xwest ku li Meclisê bê lêkolîn kirin.

Parlementerê BDP'ê yê Şirnexê yê girtî Faysal Sariyildiz xwest ku, di lêçûnên leşkerî de ji bo zelalbûn û bên şopandin, di amadekarina bûdçeyê de pêvajoya demokratîk bê bikaranîn, sendîka û rêxistinên kedê yên demokratîk tevlî pêvajoya amadekirina bûdçeyê bibin, li meclîsê lêkolînê bikin.

Sariyildiz bi riya Wekîlê Serokê Koma BDP'ê Îdrîs Balûken pêşniyazname da meclîsê û xwest ku li meclîsê lêçûnên leşkerî bên kontrolkirin. Sariyildiz destnîşan kir ku, artêşa Tir ji sala 2000'ê heta 2011'an mewcûda personel aşkera nekir tenê di sala 2011'an de ev yek aşkera kir û wiha got:"Ji bo lêçûnên leşkeriyê bên kontrolkirin astengî berdewam dikin. Mînak, di cetwelên di sala 2011'an de şandin meclîsê ji bo Wezareta Perwredeya Neteweyî 41 rûpel, Wezarata Tenduristiyê 24, Midûriyeta Giştî ya Polîsan 28, Wezareta Navxweyî 12,5 û Wezareta Parastina Neteweyî 2,5 û Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan jî 2 rûpel tên dîtin. Îdareyên di lêçûnên leşkeriyê de ewqas kin cetwelên xwe nîşan didin tê wateya kontrola li ser lêçûnan tê astengkirin. Di lêçûna Serokwezaretiyê ya veşartî de hemû bi raporan tên xuyakirin lê lêçûnên ji bo qada leşkeriyê hatin kirin veşartîne."

‘TIRKIYE DI NAV 14 WELATÊN HERÎ ZÊDE LÊÇÛNA LEŞKERÎ DIKIN DE YE'

Sariyildiz da zanîn ku, li gorî daneyên Enstîtuya Lêkolîna Barişê ya Navneteweyî (SIPRI) Tirkiye di nav 14 welatên herî zêde di qada leşkerî de lêçûnan dikin de cîh digirin. Sariyildiz diyar kir ku, dema lêçûnên personelan li ber çavan digirin lêçûn ji sedî 75 pêk tê. Sariyildiz aşkera kir ku, tenê ji sedî 5 lêçûnên leşkerî bên kêmkirin dê 12,5 milyon welatiyên bêsîgorta ji aliyê dewletê ve pîrmên wan bên dayîn û ji milyonek kesên xizan re jî 295,5 TL. pere bê dayîn û wiha pê de çû: “Heke ji sedî 20 lêçûnên leşkeriyê bên kêmkirin dê 12,5 milyon welatiyên bêsîgorta pirmên wan ji aliyê dewletê ve bên dayîn û ji mîlyon û nîv malan re jî mehê 465,5 TL. pere bê dayîn."

‘BÛDÇEYA SALA 2013'YAN BÛDÇEYA ŞERE'

Sariyildiz destnîşan kir ku, di bûdçeya sala 2013'yan de ji Wezarata Parastina Neteweyî, Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan, Welehiya Peravê, Wezareta Navxweyî, Midûriyeta Giştî ya Polîsan, MÎT û Midûriyat Giştî ya Girtîgehan re 52, 3 milyar TL. hate cudakirin û di rêza duwemîn de jî Wezareta Maliye û Xezîneyê cih digire. ji bo vê yê Sariyildiz anî ziman ku, ji bo lêçûnên tenduristiyê jî 16.7 milyar TL. hate cudakirin ev yekê ji lêçûnên leşker û ewlehiyê tenê ji sêyan yeke û wiha pê de çû: "Bûdçeya sala 2013'an bûdçeya leşker, polîs û girtîgehane. Bûdeçeya şere. Bûdçeya şer, çek û tundiyê ye. Divê dest ji vê yekê bê berdan. Ji ber ku lêçûnên çekan û ewlehiyê aştiya civakî û pêkanîna edaletê gefe."