Sancar: Bi vê sîstemê re wê Serokkomar karibe li derveyî hiqûqê tevbigere

Parlamenterê HDP'ê Sancar li ser 'Destûra Bingehîn a Dîktatoriyê' axivî û got, "Bi vê sîstemê re wê îmkanên bikeve destê Serokkomar ku li derveyî hiqûqê tevbigere."

Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar, li parlamentê li ser 'destûra bingehîn a dîktatoriyê' mafê axaftinê kir.

Sancar bal kişand ser hincetên ku nûnerên AKP'ê ji bo parastina pêşniyara guhertina destûra bingehîn derdixînin pêş û got, "Yek ji van hincetan jî ew e, ku dibêjin 'Eger sîstema Serokatiyê yan jî Serokkomariyê bê, wê aramî bê Tirkiyeyê'. Halbûkî dema mirov ji aramiyê ve binirxînin, dibînin ku pirsgirêka herî mezin di dema herî xurt a AKP'ê de rû daye. Dema AKP xurt dibe, ne demokrasî, ne aramî, ne aramiya aborî, ne jî aştiya civakî tê Tirkiyeyê.

Hinceteke din a ku berdevkên AKP'ê îdîa dikin jî; daxwaza xurtkirina dewleta hiqûqê ye. Du pîvanên bingehîn ên dewleta hiqûqê heye ku bi hev girêdayî ne, yek cihêtiya hêzan, ya din jî serxwebûna dadgeriyê. Gelo di vê pêşniyarê de cihêtiya hêzan heye? Na. Bi ti awayî nîne. Hemû erk di dawiya dawî de dikeve destê Serokkomar. Dadgeriya ku di nava sîstemê de divê fren û organa kontrolê be, dikeve bin kontrola Serokkkomar. Yekser an jî neyekser. Serxwebûna dadgeriyê ji holê tê rakirin.

Sedema sêyemîn jî dibêjin 'bi vê pêşniyarê re em demokrasiyê xurt dikin'. Tişta ku ew ji demokrasiyê fêhm dikin, tenê hilbijartin e. Hilbijartina Serokkomar ji aliyê gel ve, weke xurtkirina demokrasiyê fêhm dikin. Hilbijartin şertê jêneveger ê demokrasiyê ye, sedema hebûna wê ye; rast lê belê ne şertê yekane ye."

Parlamenterê HDP'ê Mîthat Sancar got, "Serokkomarekî ku hûn ewqasî erkan radestî wî dikin, xwedî derfet e ku li derveyî hiqûqê tevbigere" û wiha dewam kir: "Min di dema civîna Komîsyona Destûra Bingehîn de jî got, rewşeke giran a neheqiyê heye, bêhiqûqî heye. Sibe yan jî dusib, eger AKP têk bike û hêza siyasî ya hevrikê wê bi ser bikeve, dema li dijî AKP'yiyan heman tişt kir, gelo hûn ê îtiraz bikin? Eger ev sîstem pêk were, wê helwesteke tolhildanê, rovanşîzmê derkeve holê.

Hûn îro her kesî terorîst îlan dikin. Em bêjin, hêza siyasî ya di hilbijartinê de bi ser ket got, 'AKP rêxistineke terorîst e. Hemû endamên wê, yên alîkarî dane û jê re xebitîne, terorîst in'. Wê çaxê em ê karibin we biparêzin, lê mafê we nîne ku hûn wê çaxê xwe biparêzin."