Salvegera 15'an a damezrandina PYD'ê li Viyanayê hate pîrozkirin

Salvegera 15'an a damezrandina Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li paytexta Awûstûrya Viyanayê hate pîrozkirin.

Pîrozbahî li salona Doblîng Volkshochschûleyê pêk hat û bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Hevserokê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Rîvar Diyar Derar, Nûnerê PYD'ê yê li Viyanayê Sabrî Hemo û siyasetmedarê Partiya Sosyal Demokrat a Awûstûryayê (SPO) Anton Handl li çalakiyê axivîn.

Derar diyar kir ku dema şerê Sûriyeyê dest pê kir komên din bi ajanên cuda re tevgeriyan, lê belê Kurdan xwe bi rêxistn kirin, herêmên xwe parastin û modela jiyaneke nû afirandin.

Derar destnîşan kir ku Kurdan ev model ne tenê ji bo xwe, lê ji bo Ereban û hemû gelên din jî ava kirin.

Derar da xuyakirin, gelên herêmê li sîstema ku Kurdan û Ereban li Bakurê Sûriyeyê ava kirine xwedî derketine û got, gelên Bakurê Sûriyeyê li dora nirxên hevpar li hev civiyane. Derar anî ziman, ev yek wê ji bo herêmên din jî bibe mînak.

Derar işaret bi dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê kir û got, "Yên ku Efrîn dagir kirin tiştek hebû ku hesaba wê nekirin. Ew jî; gel û şervanên berxwedêr ên li wê derê wê teslîmî wan nebûna. Efrîn dagir kirin, lê belê şervanên Efrînê her roj li wan didin."

Derar destnîşan kir ku weke Meclîsa Sûriyeya Demokratîk daxwaza wan afirandina civakeke azad e û got, ji ber vê yekê jî wê Efrînê ji dagirkeriya çeteyên Tirk rizgar bikin.

Derar got, gelên Bakurê Sûriyeyê li ser bingeha fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sîstemeke demokratîk ava kirine û wê timî li ser rêya ronî ya Ocalan bin.

Nûnerê PYD'ê yê Viyanayê Sabrî Hemo siyasetmedarên PYD'î yên ji aliyê rejîma Baas ve hatin kuştin bi bîr anî Û got, "PYD partiyeke ku li ser şopa şehîdan dimeşe." Hemo bi bîr xist ku dema şerê Sûriyeyê dest pê kir hin partiyên ku digotin ew bi navê Kurdan siyasetê dikin, bi çeteyên bi navê 'mûxalefetê' tevgeriyan.

Hemo got, "PYD'ê ji hêza gelê Kurd bawer kir û pêşengî ji Şoreşa Rojava re kir."

Hemo destnîşan kir ku wê têkoşîna xwe ya ji bo azadiya gelên Rojava û Bakurê Sûriyeyê bidomînin û bang li Kurdên li Ewropayê kir ji bo hîn bêhtir xwedî li Şoreşa Rojava derkevin.

Siyasetmedarê SPO'yî Anton Handl jî diyar kir ku ew destekê didin têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd û got, ji ber têkoşîna li dijî çeteyên DAÎŞ'ê û şerê li dijî çeteyên din ên bûne belayê serê gelan, ew minetdarê Kurdan e. Handl destnîşan kir ku desteka wan a ji bo têkoşîna gelê Kurd wê bidome.

Koma Medya, Koma Dem, Koma Arîn di pîrozbahiyê de derketin ser dikê û govend hate gerandin. Her wiha skeçek li ser têkoşîna li dijî çeteyên DAÎŞ'ê hate pêşkêşkirin.