NOBETA AZADIYÊ YA MEXMÛRÊ
Nobeta Azadiyê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tirmeha 2023’yan de ji bo şikandina tecrîda girankirî û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, di roja xwe ya 386’an de bi koma 76’an didome.
Merasima dewrgirtinê li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî cangoriyên Azadiyê destpê kir. Piştî dewgirtinê li ser navê koma 75’an Dilşîn Kara daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Çanda me pêşengiya rizgarî û azadiya mirovahiyê dike. Parêzvanê hebûn û berdewamiya kokên me Rêber Apo ye. Mirovahiya tevahî cîhanê, heta tevahî hêzên faşîst û dagirker yên sedsalê jî nikarin vê heqîqetê înkar bikin. Rêberê me di girtîgeheke takekesî de ev 26 salin li ber xwe dide. Ji dîroka 7’ê Tebax 2019 ve bi parêzvanên xwe re tu hevdîtin nekiriye û bûye 5 sal, ji vî mafê xwe yê hiquqî bê par maye. Di heman demê de piştî telefona bi malbatê re, ev 41 mehe tu agahiya me jê tune ye. Erîşên li Gîrtîgeha Îmraliyê, siyaseta pergala qirkirina li ser hebûn û çanda gelê Kurd e. Weke Rêber Apo em jî li ber xwe didin û em ê li ber xwe bidin. Ji ber çanda me bûye berxwedan.
Em jî weke koma 75 ya Nobeta Azadiyê, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wekî erka xwe ya sereke û jiyanî dibînin. Em weke jin û gelê Wargeha Şehîd Rûstem Cudî tu carî rê nadin ku faşîzm bigihije armancên xwe yên erzan. Weke jin û xelkê Wargeha Mexmûrê me li ber xwe da, em li ber xwe didin û emê berxwe bidin. Em di bêjin ewlehiya jiyana Rêber Apo ewlehiya jin, civak û hemû mirovahiyê ye. Bi berxwadanê em ê bigihêjin azadiya fîzîka ya Rêberê xwe û azadiya hemû mirovahiyê.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’ bi dawî bû.