BI DÎMEN

Parlamenterên DEM Partiyê: Em ê berxwedana xwe bidomînin

Parlamenterên DEM Partiyê yên li Colemêrgê li ber xwe didin diyar kirin ku cezayê girtîgehê yê li Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş hatiye birîn ne hiqûqî ye û ew ê li hemberî biryarê li ber xwe bidin.

Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ê ku li Wanê hatibû binçavkirin, 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê birîn. Piştî biryarê li bajêr xwepêşandan destpê kirin.

Di çalakiyên li Colemêrgê dewam dikin de, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk, parlamenterên DEM Partiyê û gelek welatî ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. 

Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Zekî Îrmez û parlamentera Mûşê Sumeyye Boz ên di bin dorpêçê de ne, ji ANF'ê re axivîn.

'EM Ê HETA DAWIYÊ LI BER XWE BIDIN'

Parlamenterê Şirnexê Zekî Îrmez diyar kir ku vîna gelê Colemêrgê bi awayekî bêhiqûqî hatiye desteserkirin û got, "Îro 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Hevşaredarê me Siddik Akiş hate birîn. Ev biryar ne hiqûqî ye. Li hemberî vê yekê em li ber xwe didin. Bi gelê Colemêrgê re 3 rojin em li ber xwe didin, heta em vê zîhniyeta îlegal a bêhiqûqî ji holê rakin em ê li ber xwe bidin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.”

'EV FAŞÎZM E'

Parlamenter Sumeyye Boz jî got ku ev biryar ne hiqûqî ye û wiha axivî: “Îro em bi faşîzma AKP-MHP'ê re rû bi rû man. Pêvajoya ku jê re dibêjin pêvajoyên asayîbûnê, ji faşîzmê pêvir ne tiştekî din e. Li vir dixwazin siyaseta Kurdan rawestînin. Em qala bêhiqûqiyê dikin. Em dibînin ku bê polîtîkayên qeyûman çawa veguherîne faşîzmê. Ev mesele ne tenê desteserkirina vîna gel e. Em bi xwe re rû bi rû ne. Em bi rejîmeke otorîter re rû bi rû ne. Navê vê faşîzm e. Çawa ku gelê Kurd bi hezaran sal e dest ji berxwedanê bernedaye, wê ji niha û pê ve jî bernede.”