Li Mêrsînê 6 kes hatin girtin

Li Mêrsînê ji 12 kesên duh hatibûn binçavkirin 6 kes hatin girtin.

Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê ve hat destpêkirin de, roja 3’yê Hezîranê li navçeyên Tarsûs, Gulnar, Akdenîz, Toroslar û Yenîşehîrê di serdegirtina malan de 12 kes hatibûn binçavkirin. 

11 kesên ku karên wan li Qereqola Cendirmeyan bi dawî bûn sewqî Edliyeya Mêrsînê hatin kirin. Ji 11 kesên ku sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê ya Mêrsînê hatin kirin 5 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan, 6 kes jî bi hinceta "endamtiya rêxistinê" hatin girtin. 

Welatiyekî Sûriyeyî ku navê wî nehat zanîn birin Navenda Paşde Şandinê (GGM) ya girêdayî Îdareya Koçberan a Mêrsînê.