Rûsya, Tirkiye û Îran meha Adarê li hev dicivin

Wezîrên Karên Derve yên Rûsya, Tirkiye û Îranê ji bo nirxandina krîza Sûriyeyê meha Adarê ji nû ve li hev rûnên.

Wezîrê Karên Derve yê Kazakîstanê Kaîrat Abdrahmanov got, wezîrên karên derve yên her sê welatan wê meha Adarê li hev rûnên. Abdrahmanov diyar kir ku cih û dema civînê hê zelal nebûye, lê dibe ku li Astanayê bê kirin.

Ji destpêka sala 2017'an û vir ve li ser krîza Sûriyeyê li Astanayê gelek civîn hatin kirin. Di warê siyasî de çareseriyek ji van civînan derneket.

Kongreya Diyaloga Neteweyî ya Sûriyeyê ku encameke civînên Astanayê bû, meha Çileyê li bajarê Soçî yê Rûsyayê hate lidarxistin. Ji ber ku Kurd tevlî nebûn, kongre bê encam ma. Di her civînê de ku Tirkiye lê amade be, mijara bingehîn Kurd e. Lewma tê payin ku di vê civîna meha Adarê de jî yek ji mijarên sereke ku dewleta Tirk bixe rojevê, dijberiya li Kurdan be.