Rûniştina doza Demîrtaş a li Sîncanê taloq bû

Rûnişta duyemîn a doza Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ku li Sîncanê dihate dîtin, hate taloqkirin.

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş piştî Komkujiya 10’ê Cotmehê ya li Enqereyê li ber avahiya HDP’a Stenbolê axivîbû û bi îddîaya “Dewleta Komara Tirkiyeyê û Hikumeta Komara Tirkiyeyê kêm xistiye” der barê wî de doz hatibû vekirin. Demîrtaş ji vê dozê îro li 25’emîn Dadgeha Cezayê Asliyê ya Enqereyê derket pêşberî dadger. Rûniştina dozê li Girtîgeha Sîncanê hat dîtin.

Demîrtaş îro ji doza bi îddîaya “heqaret” li Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu kiriye beraat kir. Piştî vê rûniştina dozê, di rûniştina doza din de derket pêşberî dadger. Dadgehê rûniştina duyemîn a Demîrtaş taloqî 18’ê Nîsanê kir.