Demîrtaş ji doza ‘heqareta’ Soylû berat kir
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ji dozê beraat kir a ku bi îddîaya “heqaret” li Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylû kiriye.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ji dozê beraat kir a ku bi îddîaya “heqaret” li Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylû kiriye.
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş bi îddîaya “Heqaret” li Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu kiriye doz lê hatibû vekirin. Demîrtaş ji vê dozê îro li Enqereyê hat darizandin. Demîrtaş li 10’emîn Dadgeha Cezayê Asliyê ya Enqereyê derket pêşberî dadger. Piştî Demîrtaş xwe parast, ji dozê beraat kir.