ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Dr. Gossner diyar kir ku CPT rewşa Abdullah Ocalan û girtiyên li Îmraliyê bi têrkerî nanirxîne û ji komîteyê xwest, gavên şênber biavêje û şert û mercên tecrîdê jî bi rengekî bêalî lêkolîn bike.

Ji ANKA-DER'ê Dogan Şenses nerazîbûn nîşanî êrişên li ser çanda Kurd da û destnîşan kir ku li dijî sîstema înkarê divê gelê Kurd xwedî li çanda xwe derkeve.

Aljîn dema ku baxçeyê zeytûnan çêdikir tevlî nava têkoşîna azadiyê bû. Bi wêrekî û biryardariya xwe hate naskirin, bi îradeya xwe tevlî nava karwanê nemiran bû.