ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Bûyer û çalakiyên têkildarî desteserkirina şaredariya Colemêrgê wê werin şopandin.

Siyasetmedarê Elman Martin Dolzer diyar kir ku nerazîbûna li hemberî tecrîdkirina Abdullah Ocalan tê nîşandan têrker nîne û got, "Çalakiyeke rasteqîn divê, tenê bi îmzeyan, bi gavên sembolîk nabe."

Ji parêzerên Baroya Stenbolê Feyzî Çelîk destnîşan kir ku tayînkirina qeyûm destwerdana yekser a li destûra bingehîn e.

KCDK-E'yê bang li her kesên ku di hilbijartinên Parlamenta Ewropayê de deng bi kar bînin kir ku piştgiriyê bidin namzetên alîgirê mafên mirovan, demokrasiyê û gelê Kurd.

Ji dayikên di Nobeda Edaletê de ne Muşeher Ulker anî ziman ku tecrîd li ser gelê Kurd zilmeke mezin e û got, "Heta ku tecrîdê neşikînin em ê nesekinin."

TekoJIN wê li bajarê Kassel ê Elmanyayê bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî, ser bixe azadî' konferansa jinê lidar bixe.