ROJEVA 4'Ê ADARA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 4'ê Adara 2020'an.

Berdevkê Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê Mismarî diyar kir, ji çeteyên ku Tirkiyeyê ji Sûriyeyê şand Lîbyayê 350 jê DAÎŞ'î, 1500 heta 2000 jê jî endamên El Nûsrayê ne. Mismarî got, DAÎŞ'î ji bo xwe bi rêxistin bikin li bakurê Efrîkayê belav bûne.

Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ya li pêşiya Konseya Ewropayê di hefteya 402'an de ye. Çalakgeran gotin, "Pêkhatina hevdîtinê bi Rêbertî re ji bo me cihê kêfxweşiyê ye, lê belê armanca me azadiya wî ye."

Dîkran ku ji Ermenistanê hat Rojava û tevlî yekemîn tabûra Ermenan bû, diyar kir ku wî xwest pêşî li qirkirineke nû ya dewleta Tirk bigire, lewma hat Rojava.

Şewba Covîd-19 vîrûsa Korona, ku li Çînê derkete holê, bi lez û bez li derveyî Çînê belav dibe. Li gelek welatan gelek kesên din jiyana xwe ji dest dan. WHO'yê diyar kir, "Em li qadeke nediyar de ne."

Li Wanê, li dijî tundiya li jinê û kuştina jinê, ku salên dawî zêde bûn, komeleyeke nû ava bû. Tê payin ku Komeleya Jinê ya Star rojên bê vebe.

KON-MED'ê têkildarî 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyek da û diyar kir, jinên Kurd bi berxwedana xwe ya li eniyê bûne çavkaniya sûdwergirtinê ji jinan hemûyan re.

Di demekê de ku cîhan li dijî şewba vîrûsa Korona têdikoşe, qirêjiya hewayê her sal dibe sedem ku 9 milyon mirov zû bimirin.

Bijîşk Erdal Sîpan diyar kir ku şewba korona malbatek mezin a vîrusan e û di laşe sewalên weke şevşevok, beraz, pisîk, kûçik, çivîk û mar de dibin sedema nexweşiyê û got: “Dema di genetîka sewalan de guherîn çidibe, derbasî mirovan dibe. Pişî ku ev nexweşî derbasî mirovan dibe û piştî hin guhertinên din ev nexweşî ji mirovan derbasî mirovên din dibe.”