ROJEVA 3’YÊ TEBAXA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê

ROJEVA 3’YÊ TEBAXÊ

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava û geşedanên têkildarî vê yekê wê bên şopandin.

- Merasîmên bîranînê yên di salvegera êrîşa ku 3’yê Tebaxa 2014’an çeteyên DAÎŞ’ê li dijî gelê Êzidî dayî destpêkirin de, tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Çalakiyên xizmên windayan ên li navendên Kurdistan û Tirkiyeyê wê bên şopandin.

- Desteya Rêveber a Navendî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) wê îro li Wanê bicive.

- Di dîrokeke ku hebûna gelê Kurd jî tine tê hesibandin de, Tirkiyê bi êrîşên xwe yên li dijî çand û zimanê gelê Kurd, dijminahiya xwe carek din nîşan da. Ev konsepta êrîşkar polîtîkayên li dijî gelê Kurd ên li Sûriyeyê û berxwedana gelê Kurd anî bîra me.