ROJEVA 24'Ê ADARA 2021'Ê

Nûçeyên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.

Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger wê werin şopandin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan pêk tê.

Alîkarê Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd got heke gelên Sûriyê tênekoşin wê dagirkeriya Tirk mayinde bibe.

Ekonomîstên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ragihandin ku dewleta Tirk bi qedexekirina Lîreyê Sûriyeyê li Efrînê, dest bi wê yekê kiriye ku dagirkeriyê veguherînin desteserkirinê.

Meclîsa Jinê ya FEDA'yê betalkirina Peymana Stenbolê şermezar kir û diyar kir ku ew vê biryarê nas nakin.

Hevserokê MEBYA-DER'ê Şeyhmûz Karadag li ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî cenazeyan û goristanan axivî û got, "Êşkenceya li cenazeyan ji bo zêdekirina êşa malbatan e."

Lîderê France Insoumise Jean Luc Melenchon nerazîbûneke tund nîşanî serdegirtina saziyên Kurdan da û got, "Gelo Macron soz daye Îslamiyê Tirkiyeyê bi rê ve dibe ku zextê li Kurdên li Fransayê bike?"

Parlamentera HDP'ê Nûran Îmîr destnîşan kir ku gelê Kurdistanê 40 sal in li qada siyasetê ye, nerazîbûn nîşanî doza girtina HDP'ê da û got, "HDP xwedî kevneşopiyeke dîrokî û tecrûbeyeke 40 salî ye."

Berdevkê Polîtîkaya Derve û Parlamenterê Partiya Çep a Swêdê Håkan Svenneling xwest ku Polîsên Ewlekariya Swêdê (Sapo) dawî li zexta li ser Kurdan bîne.

Germahiya global ku roj bi roj bêhtir metirsîdar dibe, tê texmînkirin ku bandoreke hîn girantir li Efrîkayê bike.