ROJEVA 23'Ê ADARA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.

Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger wê werin şopandin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan pêk tê.

Çalakiya 'Nobeda Azadiyê' ku di 25'ê Hezîrana 2012'an de li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, di hefteya 457'an de ye. Çalakgerên vê hefteyê komek ji ciwanan e.

"Ocalan û çareseriya siyasî aştiyane ya pirsgirêka Kurd" wê li konferansekê bê nîqaşkirin ku ji gleek welatan wê kesayet tevlî bibin.

Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK'ê, gerîlayên HPG'ê Rênas, Mazlûm, Zerdeşt û Agît bi bîr anîn, ku 2'ê Sibata 2021'ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûn.
Hevseroka OHP'ê Ayşe Acînîklî diyar kir, ku erka Serokkomar nîne ku bi rengekî yekalî dawî li Peymana Stenbolê bîne û got, "Ji aliyê hiqûqî ve derbasdar nîne ku bi îmzeyekê, bi biryarnameyekê ji aliyê şexsekî ve bê betalkirin."

Hevserokê Meclîsa Sivîl a Baxozê got, "Piştî ku şervanên QSD'ê 23'ê Adara 2019'an bajar rizgar kirin, piraniya şêniyên herêmê vegeriyan xaka xwe. Niha 45 hezar kes li herêmê dimînin."

Siyasetmedarên ji Wanê nerazîbûn nîşanî doza girtina HDP'ê dan û bang li hikumetê kirin ku dest ji vê helwesta xwe berde. Siyasetmedarên Kurd gotin, "Girtina HDP'ê wê ji bo me bibe hinceta mezinkirina têkoşînê."

Ji partiyên muxalefetê yên Elman Partiya Keskan xwest, li Meclîsa Federal têkildarî bûyerên li Tirkiyeyê bi taybetî jî zextên li ser HDP'ê rûniştinek bê lidarxistin.

Endama Parlamenta Brîtanyayê Kate Osborne bal kişand ser rewşa li girtîgehan û bang li her kesî kir ji bo piştgiriya Kurdan bikin.

Di daxuyaniya Yekîtiya Parêzerên Ewropayê ya ji bo Demokrasî û Mafên Mirovan (ELDH) de hate xwestin, ku li dijî zextên li ser HDP'ê, Yekîtiya Ewropa li şûna berjewendiyan giraniyê bide ser parastina demokrasiyê.

Li Nîjerê ku bi komên Îslamî yên tundrew di rojevê de ye, hejmara mirovên dawiya hefteyê di êrişan de jiyana xwe ji dest dan herî kêm 137 kes e.