ROJEVA 22'Ê ADARA 2021'Ê
Çend ji sernavên sereke yên rojeva Kudistan, Tirkiye û cîhanê.
Çend ji sernavên sereke yên rojeva Kudistan, Tirkiye û cîhanê.
Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger wê werin şopandin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan pêk tê.
Amediyan ku bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin, nerazîbûn nîşanî doza girtina HDP'ê dan. Amediyan gotin, "Vaye qad, vaye gel. Kes nikare îradeya me bigire. HDP îradeya bi milyonan kesî ye, dengê bi milyonan mirovî bêdeng nabe."
Li Tirkiyeyê, ku li gorî Peymana Ottawayê divê heta sala 2022'an hemû mayinan rake, ji ber mayinê 2 zarokên din jiyana xwe ji dest dan. Li Roboskiyê, 2 zarok di dema çêrandina sewalan de bi teqîna teqemeniya leşkerî jiyana xwe ji dest dan.
Li Fransayê, ku tundiya li dijî jinê lê zêde ye, hejmara firoşgehên ku wê li dijî tundiyê xizmeta şêwirmendiyê bikin, zêde dibe.