ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 20'ê Tebaxa 2018'an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.

- Endamê Konseya Rêveberiya a KCK'ê Riza Altûn destnîşan kir ku Îdlib ji bo Sûriyeyê cihê diyarker e û got, mîada têkiliyên qirêj ên navbera Tirkiye, Îran, Rûsya û rejîmê qediya ye.

- Nobeda ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrg ê Fransayê tê girtin, îro ji aliyê koma ji bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê ve dewr hate girtin. BI DÎMEN E

- Mûstafa Mihemmed û malbata wî ku nema karîbûn xwe li zilma dewlet û çeteyên dewleta Tirk ên li Efrînê rabigirin, neçar ma cih û warê xwe biterikînin. BI DÎMEN E

- Endamê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Guner Yanliç diyar kir, şewata li Dersimê ji aliyê leşkerên Tirk ve hate derxistin li qadeke berfireh belav bûye û got, "Dersim tê şewitandin. Em bibin dengê Dersimê." BI DÎMEN E

- Êzidiyên li Kampa Newrozê ya Dêrikê dimînin, nerazîbûn nîşanî şehîdxistina Zekî Şengalî dan û gotin, "Em ê dilsozê doza Mam Zekî bin û dev ji vê fikir û têkoşînê bernedin."

- Serokkomarê Tirk Erdogan wê 28-29'ê Îlonê li Berlînê hevdîtinan bike. Ji bo protestokirina Erdogan, gelek saziyan dest bi kampanya "Erdogan not welcome" (Erdogan tu bi xêr nehatiye) kirin.