ROJEVA 2'Ê TEBAXA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Koordînasyona KJK'ê ji ber salvegera 10'emîn a fermana 3'ê Tebaxê ya li Şengalê daxuyaniyek da û got, "Bi rêxistinî û xweparastina jinê tola vê komkujiyê dikare bê hilanîn."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê di salvegera êrişa DAÎŞ'ê ya li ser Şengalê de daxuyaniyek da û diyar kir ku Tevgera Azadiyê ya Kurd her tim bi xelkê Şengalê re ye.

Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn anî ziman ku AKP û MHP berpirsyarê êrişên li ser Kurdî ne û got, "Li gel zext û polîtîkaya înkarê jî Kurdan dest ji çand û zimanê xwe bernedan."

Hunermendên Kurd Aysel Borak û Atîlla Cûdî li ber êrişên li ser govend û muzîka Kurdî rabûn û gotin, "Em ê bi govend û kilamên xwe her tim li qadan bin."

Rojnameya Serxwebûnê bi manşeta 'Xeta serketinê: 14'ê Tîrmehê' hate weşandin.

Koma Amara ji bo bîranîna Hêvî Gabar ku 26'ê Tîrmeha 2020'î ji ber nexweşiyeke giran şehîd bû, straneke nû bi navê 'Hêviyam' amade kir.