ROJEVA 19'Ê ADARÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 19'ê Adara 2019'an.

- Çalakiyên ku ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.

- Mîtîng û çalakiyên HDP'ê yên ji bo hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Yek ji berxwedêrên greva birçîbûnê Bişar Bîlen e ku 66 roj in li ber xwe dide. Birayê wî Alî Bîlen diyar kir ku ew pê serbilind in got, birayê wî jê re gotiye ku heta encamê werbigirin wê çalakiya xwe bidomînin.

- Komîteya Rêveber a PKK'ê diyar kir, bi berxwedaneke yekbûyî û dîrokî ya li ser xeta serketinê ew Newrozê pêşwazî dikin û ragihand, "Zîhniyeta faşîst, mêtinger û qirker têkçûna xwe di nava vê têkoşîna dîrokî de dibîne."

- Nasir Yagiz berxwedêrê greva birçîbûnê Zulkuf Gezen ê li dijî tecrîdê çalakiya canbexşane kir bi bîr anî û got, "Yên ku têkçûn û tirsê ferz dikin, çi dikin bila bikin wê nikaribin pêşî li serhildana canbexşane ya bi heybet bigirin."

- Wekîla HDP'ê Pero Dundar anî zimna, li her tax, kolan û malên Kurdistanê rojeva sereke tecrîd e û got, "Her kes zane ku mûxatabê çareseriyê Ocalan e."