ROJEVA 18'Ê ADARÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 18'ê Adara 2019'an.

- Çalakiyên ku ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.

- Mîtîng û çalakiyên HDP'ê yên ji bo hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat diyar kir, Serokkomarê Tirk Erdogan li dijî Kurdan polîtîkayên zexel dimeşîne û got, divê Kurdên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê teqez biçin ser sindoqan.

- Namzetê HDP'ê yê ji bo Hevşaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk diyar kir, gelê Kurd li dijî zext û zordariyê wê dengê xwe bide rastiya xwe û got, "Gelê me wê xwedî li partiya xwe derkeve."

- Navçeya Qelqelî ya Wanê ku di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de 87 ji sedî yê dengan HDP'ê bi dest xistibû, xwe amade dike ku 31'ê Adarê qeyûman tevî tabelaya AKP'ê bişîne.

- Hevseroka PYD'ê Ayşe Huso ku tevlî berxwedana Efrînê bû got, "Erdogan plan dikir ku di nava du sê rojan de Efrînê bi dest bixe û bi vî rengî dest bi êrîşê kirin. Gelê Efrînê, YPG û YPJ'ê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên bi dehan balafiran û dehan hezar leşker û çeteyan, berxwedaneke bêhempa nîşan dan."

- Gerîlayên HPG'ê diyar kirin, wê li ber dagirkerî û talana Dehaqan serî netewînin û li dijî polîtîkayên tinekirinê bibin mertal.

- Berdevkê QSD'ê Kino Gabriel anî ziman, bi operasyonên dawî re bi hezaran çeteyên DAÎŞ'ê yên ji 48 welatan ketin destê wan û got, ji bo darizandina DAÎŞ'iyan dadgeheke navneteweyî bê avakirin, ew bi koalîsyona navneteweyî re hevdîtinan dikin.