ROJEVA 17'Ê TEBAXA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 17'ê Tebaxa 2018'an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.

- Dema ku li Celleyê li febrîqeyekê dixebitî, sala 1978'an PKK nas kir. Bû neferekî Êzidî yê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û 40 salan bê navber xebitî. Van 4 salên dawî ji bo Êzîdxana demokratîk û xweser kar kir. Heta roja şehadetê sekn li wî nebû.

- 2 hezar Êzidiyên ku piştî êrîşa DAÎŞ'ê li Kampa Fîdanlik a Amedê bi cih bûn, lê bi fermana qeyûm ji kampa AFAD'ê ya li Mîdyatê re hatibûn şandin, niha jî li kampeke li Dîlokê tên bicihkirin.

- Hikumeta Elman a Federal bersiv da pêşnûme pirsa Partiya Çep û mîna îstîxbarata Elman got, "Di dema referandûma 16'ê Nîsanê de kampanya 'NA' ya li Ewropayê ji aliyê PKK'ê ve hate organîzekirin."

- Roja ku welatiyekî Elman di dema betlaneya havînê de li Tirkiyeyê hate girtin, Wezîrê Tûrızmê yê Elmanyayê Thomas Bareîses bang li Elmanan kir û ji wan re got, "Betlaneya xwe li Tirkiyeyê derbas bikin."

- 190 karkerên rê yên taşeron ên li Midûriyeta Giştî ya Rêyên Bejahî dixebitîn, belasebep ji kar hatin derxistin. Bi vî rengî rêya xerabûyî ya bi kîlometreyan a li navçeyê nîvco ma.

- Endamê Kongreya Îslamî ya Demokratîk Mele Abdullah Arkan, bi wesîlea Cejna Qurbanê, ji civaka Îslamê xwest ku destê xwe yê alîkariyê bigihîne welatiyên xizan ên li Kurdistanê.